Idrîs Bal yê AKP’yî îstîfa kir
Idrîs Bal yê AKP’yî îstîfa kir
Idrîs Bal yê AKP’yî îstîfa kir
Parlementerê AKP’ê yê Kutahyayê Idrîs Bal got, “teşkîlata ku min naxwaze, ez jî wê naxwazim” û ji partiya xwe îstîfa kir. Bal demek ku polîtîkayên partiya xwe li ber çavê raya giştî rexne dikir.
Parlementerê AKP’ê yê Kutahyayê Idrîs Bal ku bidaxwaza îxracê sewqî Lijneya Dîsîplîne kiribûn li Kutahyayê axivî û got: “Teşkîlata ku min naxwaze,ez jî wê naxwazim. Ez ji Teşkîlata AKP’ê îstîfa dikim.” Îstîfaya xwe ragihand.
Bal bi îsrar ji bo 34 Kurdên li Roboskiyê ji aliyê balefiren dewletê ve hatîn qetilkirin re jî digot, “qaçaxvanin” û di rapora têkildarî “pêvajoya çareseriyê” amadekirî de jî ji bo tunekirina Kurdan pêşniyar kiribûn. Her wiha Bal bi dijayetiya li hemberî Kurdan dihate naskirin. Lê belê ev nêzîkatiya Bal ji aliyê AKP’ê ve nehatibû rexnekirin, berevajî piştgirî dabûnê.