Îdiaya ‘sergûmanbarê teqîna Reyhanliyê hate binçavkirin’

Îdiaya ‘sergûmanbarê teqîna Reyhanliyê hate binçavkirin’

Hate îdiakirin ku, sergûmanbarê êrîşa bombeyî ya li navçeya Reyhanliya Hatayê rû da, hatiye binçavkirin.

Hate ragihandin ku, polîsên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna li Dijî Terorê ya Hatayê, sergûmanbarê êrîşa Reyhanliyê yê binavê M.G yê ji bo teqînê du mînîbus kirî binçavkiriye.

Çav lê ye ku Waliyê Hatayê derbarê binçavkirinê de daxuyaniyekê bide.

Li aliyê din jî ji gûmanbarên têkildarî bûyerê 4 jê sewqî Edliyeya Edeneyê kirin.

Roja borî  ji 8 gûmanbarên ji Hatayê sewqî Edeneyê kirin, 4 jê hatibûn girtin û 4 jî hatibûn berdan.