Îdiaya li ser rê îşkenceya polîsan

Îdiaya li ser rê îşkenceya polîsan

Welatiyê bi navê Abdullah Tarhan ku gund û navçeyên Amedê bi wesayîta xwe ya taybet seyarfiroşiyê dike, dema ji navçeya Gêlê vedigeriya rastî şîdeta polîsên sivîl hat.Tarhan serî li ÎHD’a Amedê da û der barê polîsan de gilî kir.

Tarhan da zanîn ku seat li dora 21.00’an dema ji Gêlê vedigeriya riya wî hatiye  birîn û beyî kus edem hebe ji aliyê polîsan ve rastî lêdanê hatiye. Tarhan got piştî lêdanê ew birine Midûriyeta Polîsan a Gêlê û îdia kir ku şîdetê li vir jî berdewam kiriye û li serdozgeriya komarê serlêdana sûc kir.

Tarhan der barê bûyerê de wiha got:“Du roj berê ez ji Gêlê dihatim Amedê. Wesayîtek bi markaya Cornett li dora min çû û hat. Wesayîta min dan sekinandin. Gotin em polîsin, lê min bi gumana ku mafyane, deriyê xwe venekir. Bi zorê derî vekirin û ez derxistim derve. Bi awayekî hovane li min dan. Min ji wan re got ez seyafiroşim. Lê ez guhdarî nekirim. Şîdet berdewam kirin. Piştre ez birim Midûriyeta polîsan. Nehiştin ez biaxivim. Pir tund nêzî min bûn. Dema ez girtim gaz berdan çavên min. Ez ji ser hişê xwe çibû. Ez nêzî 01.30’an berdam. Piştî ez berdam çûm Nexweşxaneya Dîcleyê. Serê sibê jî min serî li dozgeriyê da.”

Sekreterê ÎHD’a Amedê Abdulselam Încegoren got di alî hiqûqî de serlêdanê binirxîne û got îşkence sucê mirovahiyê ye û got: “Piştî girtine îşlikê wî qelaştine. Di nava xwînê de dibin qerekolê. Li vir jî îşkencê lê dikin. Em wek parêzvanên mafê mirovan dê li dijî vê bisekinin.”