Îdîaya 'girtiyên nexweş hatin derbkirin'

Îdîaya 'girtiyên nexweş hatin derbkirin'

Li Girtîgeha Tîba T-2-3 a Şakranê 6 girtiyên nexweş ên ku sewqî nexweşxaneyê hatin kirin tê îdîakirin ku di sewqkirina nexweşxaneyê de ji aliyê leşkeran ve hatin derbkirin. 

Tê îdîakirin li Gîrtîgeha Tîba T-2-3 a Şakranê 6 girtiyên nexweş ên bi navên Mehmet Yavuz, Mahmut Baran, Cemal Gursel, Selahattîn Elma, Ahmet Taş û Sefkan Becerîklî dema sewqî nexweşxaneyê hatine kirin ji aliyê leşkeran ve rastî derbkirinê hatin. Girtiyan diyar kirin ku dema mazgal hatî girtin xwestinê mazgal dîsa bê vekirin. Li ser vê yekê ji aliyê leşkeran ve rastî dijûn û tundiyan hatin. Piştî ku van pêkanina girtiyan rewş ji fermandarên leşkeran re got, fermandar jî got: "Ez di kamerayê de temaşe dikim, tiştek tune ye" û bêdeng ma. 
Girtiyan diyar kir ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurdê rapora derbkirinê girtine û dê der barê wan de serlêdana suc bike.