Îdiaya di bombebarana Sûriyeyê de bi dehezaran kes mirin
Îdiaya di bombebarana Sûriyeyê de bi dehezaran kes mirin
Îdiaya di bombebarana Sûriyeyê de bi dehezaran kes mirin
Hate hînbûn ku di bomberankirina herêma Şamê ya ku artêşa Sûriyeyê pêk aniye de bi dehan kes mirine û birîndar bûne. Hate îdiakirin ku komên çekdar ‘gaza jehrî’ bikaranîye.
Li gorî çapemeniya Roja ku li gorî çavkaniya Mala Şopandinê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ya navenda wê li Londonê ye, artêşa Sûriyeyê li herêma Şamê li hemberî Gutya Rohilat û Gutaya Rojava êrîşên xwe zêde kir. Di bombebaranê de roket hatin avêtin û hate hînbûn ku bi dehan kes mirine û birîndar bûne. Li gorî Mala Şopandinê li Rojavayê Başûrê Şamê, li bajaroka Madhamiyat El Şam operasyon her diçe berfirehtir dibe.
Koordînasyona Komîteya gel jî da zanîn ku bi sedan kes mirine û bi dehan birîndar hene. Ev bîlanço ji aliyê çavkaniyên din nehat piştrastkirin. Koordînasyonê her wiha da zanîn ku ji van gelek sîvîlin û di êrîşa Rojhilatê Gutayê de gazên jehrî hatine bikaranîn û gelek kes di encama vê de mirien. Der barê êrîşê de dîmenê videoyê hatin weşandin.
Mala Şopandinê bang li komîsyona navnetewî kir ku bila bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike. Rayedarên Sûriyeyê îdiaya bikaranîna çekên wisa derewand.