Îdîaya Bexdayê qada hewayî ya Başûrê Kurdistanê girt

Îdîaya Bexdayê qada hewayî ya Başûrê Kurdistanê girt

Li dû peymanên transfer û firotina petrola Kurdan ên navbera Tirkiye û Başûrê Kurdistanê, hat îdîakirin ku rêveberiya navendî ya Iraqê qada hewayî ya Başûrê Kurdistanê li balafirên Tirk girtiye.

Tê gotin, peymanên li ser trasfer û firotina petrola Başûrê Kurdistanê ya di dema serdana Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ya li Tirkiyê hat morkirin, rêveberiya Navendî ya Iraqê nerazîbûn nîşan daye.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Rêveberiya Navendî ya Bexdayê piştî peymanê qada hewayî ya Başûrê Kurdistanê li balafirên taybet ên ji Tirkiyê tên, girtiye. Çavkaniyên Tirk diyar kirin ku agahiya mijara gotinê gihaştine Enqereyê û ji bo piştrastkirina vê ji Teşkîlata Hewayî ya Sivîl a Iraqê hatiye pirsîn. Hat ragihandin ku Teşkîlata Hewayî ya Sivîl a Iraqê hînê bersiv nedaye.