Hurşît Çetîn piştî 30 salan hat berdan

Hurşît Çetîn ku di 22 saliya xwe de ketibû girtin, piştî 30 salan di 52 saliya xwe de hate berdan.

Hurşît Çetîn (52) ku ji ber sedemên siyasî hatibû girtin, piştî 30 salan ji Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F a Şakran a Îzmîrê hate berdan. Çetîn, di sala 1994’an de li Bedlîsê hate binçavkirin û li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin. Dadgehê bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê li Çetîn birî. Çetîn ku di 22 saliya xwe de kete girtîgehê, di 52 saliya xwe de derket. Çetîn, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) ve hate pêşwazîkirin.

Çetîn li pêşiya girtîgehê axivî, keyfxweşiya xwe anî ziman û got ku ji vir û şûnde jî çi ji dest bê dê bike.