Huseyîn Aykol bi fermanê îfade da

Rêveberê berê yê Giştî yê Weşanê ya Ozgur Gundemê bi fermanê îfadeya wî hate girtin.

Rêveberê Weşanê yê berê yê Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol, di nav çarçoveya doza ku ji hêla 14. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hatibû vekirin, bi fermanê îfade da 2. Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê.

Aykol di îfadeya xwe de got, wê demê ew Rêveberê Weşana Giştî bûye lê ji ber ku li Enqerê dima, ti peywireke ku nivîsan kontrol bike nedaye ser wî, dozgeriyê ji bo rojnameyê ji hemû beşan agahî xwestiye lê têkildarî beşa Rêveberiya Giştî ya Weşanê ti agahî nexwestiye.

Aykol bal kişande ser wê nakokiyê, li gel ku têkildarî Rêveberiya Weşanê ya Giştî lêpirsîn hatiye vekirin jî agahî têkildarî vê beşê nehatiye xwestin.