Hunermendan ji bo 'girtiyên nexweş' bang li hikûmet kirin

Hunermendan ji bo 'girtiyên nexweş' bang li hikûmet kirin

Hunermend nerazîne ku li gel guhertinên qanûnî jî girtiyên nexweş hînê li girtîgehan tên ragirtin. Mert Firat, Altan Erkeklî, Aylîn Aslim û Ezel Akay bang li hikûmeta AKP'ê kirin û xwestin tevahiya girtiyên nexweş serbest bên berdan. Hunermendan ji hikûmetê re gotin, "nekeve nava şerma mirovahiyê."

Li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê bi sedan girtiyên nexweş hene. Hin ji van jî di bin xeteriya mirinê de ne.

Hunermendên ji ANF'ê re axivîn dan xuyakirin ku bi ragirtina girtî û hikumxwarên nexweş re îşkence tê kirin û xwestin, dawî li vê îşkenceya ragirtinê bê anîn.

FIRAT: DIYARE KU LI VÎ WELATÎ HÎNÊ CEZAYÊ MIRINÊ HEYE!

Lîstikvan Mert Firat got, "Bi çi sûcî tê tawarbarkirin bila were tawanbarkirin eger kesek li girtîgehê be, hem jî nexweş be, hingî divê di teqez di şertên guncaw de bê dermankirin. Eger nexweşiya xwe giran be jî, pêwîste were berdan." Firat axaftina xwe wiha dewam kir: "Li welatekî ku lê cezayê mirinê qedexe ye, eger mehkûmek di şert û mercên guncaw de neyê dermankirin û li gel rewşa cidî jî neyê berdan, hingî bi cezayê mirinê re hatiye cezakirin. Ji ber ku ti cudahî di navbera cezayê mirinê û vê pêkanînê de nîne. Cezayê mirinê bi awayekî fermî hat rakirin lê niha bi vê rê dewam dike. Eger mirovekî nexweş neyê dermankirin û tevî ku mercên girtîgehê ji bo vê ne guncawe jî eger nayê berdan, hingî ew mirov terkî mirinê hatiye kirin. Diyare ku li vî welatî hînê cezayê mirinê heye."

Firat da xuyakirin ku dewlet neçare şertên kesê di girtîgehê de garantî bike û destnîşan kir ku eger nikaribe hukmê cezayê mirinê bide, hingî nikare girtî terkî mirinê bike. Firat di dewama axaftina xwe de got, "Mînak; ragirtina kesekî bi nexweşiya kanserê tê wateya terikandina wî ji bo mirinê. Lewma ev yek bi dîtina min şermeke mirovahiyê ye. Li girtîgehên li welatê me, rêjeya mirinê gelekî zêde ye. Tevî vê yekê rayedarên dewletê vê yekê bi rêjeya li Ewropayê re tîne ber hev û dibêjin ev yek li welatê me kêm e. Çima tu Ewropayê mînak digirî? Ji xwe we têkiliyên bi Ewropayê re avêtine çopê; çima hûn tînin beranberî hev? Çima em Swêdê mînak nagirin. Bi qasî dizanim li Norwêcê jî ev rêje kêm e. Çima em welatê ku herî kêm di vî warî de? Eger li holê mînakeke xerab hebe, di şûna ku em bi rewşa xwe ya kêm nebaş pesnê xwe bidin, divê em ya baştir bikin."

Firat got, "Pêwîste mehkûmên nexweş ên li girtîgehan ên pêwistiya wan bi dermankirinê hene, werin berdan. Divê êdî li ser nîqaş jî neyê kirin."

ERKEKLÎ: JI KÎJAN NÊRÎNÊ DIBE BILA BIBE; DIVÊ WERIN BERDAN

Lîstikvan Altan Erkeklî jî anî ziman ku bi mirina yek ji damezrînerên Tiyatro Aysa Produksuyon Alaattîn Eraslan ku jê re digot "bira", ji pirsgirêkên girtiyên nexweş re şahidî kiriye. Erkeklî da xuyakirin ku Eraslan li girtîgeha ku nêzî salekê lê hat ragirtin bi nexweşiya kanserê ket û bibîr xist ku tevî meha derbasbûyî hat berdan jî, jiyana xwe ji dest da.

Erkeklî di dewama axaftina xwe de ev tişt got: "Tê gotin ku li girtîgehan zêdeyî sed girtî û hikumxwarên nexweş, nexweşên giran hene. Gelo kîjan Xweda, kîjan Pirtûk qebûl dike ku mirovek xatir ji hevser, ji zarokên xwe nexwaze." Erkeklî nerazîbûn nîşanî hikûmetê da ku heta niha neketiye nava hewldanan û got, "Di hundir de mirov dihelin! Dema mirina wan nêz dibe, tên berdan. Ev bê wicdan, bê rehm in! Ne li ser navê Xweda, ne jî li ser navê Kûr'anê tevdigerin; her tiştê wan derew e! Ew tevahiya girtî û hikumxwarên li girtîgehan tên ragirtin, mafên wan ên mirovahiyê tên binpêkirin. Ez vê yekê weke gunehekî li dijî mirovahiyê dibînim. Ji xwe bi nexweşiyeke bê eman ketine. Ji kîjan nêrînê dibin bila bibin, divê werin berdan."

Erkeklî got, "heta ku pirsgirêka li girtîgehan neyê çareserkirin, aştiya civakî jî pêk nayê."

ASLIM: LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE!

Hunermend û bestekar Aslîn Aslim jî da xuyakirin ku pêwîste girtî û hikumxwarên nexweş di şert û mercên guncaw de bên dermankirin û got, "Berpirsyarî û wezîfeya dewletê ye ku ji bo dermankirina mirovên nexweş ên li girtîgehan, şert û mercên guncaw bên afirandin. Li dijî mirovahiyê ye ku mirovên li benda mirinê ne ji qedera xwe re tên terikandin. Ev yek dilê mirovan birîn dike." Aslim ragihand ku ji mirinên gengaz ên li girtîgehan dê dewlet berpirsyar be û ji hikûmetê xwe ku der heqê pirsgirêkê de bingeha hiqûqî amade bike û di demeke kin de rolekê bigire ser milê xwe.

Aslim bang li raya giştî û derdorên hunerê kir û got, "Bi dîtina min deynê me yê mirovên li derve ye ku li ser navê nexweşên tên ragirtin, vê mijarê di rojevê de bigirin."

AKAY: BILA HIKÛMET DEST JI NÊZÎKATIYA ÎDEOLOJÎK BERDE

Derhêner Ezel Akay da xuyakirin ku di sîstema edaletê ya Tirk de dadgerî li dijî gel dixebite û got, "Behsakirina girtiyên nexweş jî abestî ye. Ez edaleteke bi vî rengî nikarim bifikirim.

Akay ev xal destnîşan kir: "Berhema zîhniyeteke ku ji gelê xwe hêrs dibe û ditirse ye, ku hînê li girtîgehan hikumxwarên nexweş hene. Di her dem û herêmên edalet hatiye vê radeyê de, şerên mezin ên navxweyî derketiye. Bikaranîna hiqûqê bi vî awayî dibe sedem ku civak jî parçe bibe. Pêwîste hikûmet der barê girtiyên nexweş de bi îdeolojîk tevnegere. Ez edaleta rastîn pêşniyarî hikûmetê dikim."