Hunermedên ku li dawetê stranên Kurdî gotin hatin girtin

Hunermedên ku li dawetê stranên Kurdî gotin, bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hatin girtin.

Hate diyarkirin ku li ser îxbarê polîsan bi hinceta “stranên siyasî gotine” bi ser dawetên li 3 taxên cuda yên navenda Colemêrgê de girtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di daweta ku li taxa Sumbul hat kirin de hunermendên xwecihî û xwediyê dawetê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin, di saetên sibehê de jî ji bo îfadeyê bang li kameravanên dawetê kirin.

Ji 7 kesên ku îfadeyên wan li Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê hatin girtin, xwediyê dawetê K.D û kamerevanê dawetê piştî karûbarên îfadeyê hatin berdan, endamên koma muzîkê “Koma Ozgun” ji bo îfadeyên dozgeriyê sewqî edliyeyê hatin kirin.

Dozgerî endamên komê N.T., B. U., İ. A. û A.O. T. bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Colemêrgê kir. Dadgerî piştî lêpirsînê N.T., B. U., İ. A. û A.O. T. bi hinceta “propagandaya rêxistinê” girt.