Humanité: Bêdeng bin, Erdoğanê dîktator qetil dike!
Rojnameya Humanité ya Fransayê têkildarî qetlîama li Efrînê û bêdengiya welatên Ewrûpayê nivîskî rexneyî ya edîtor belav kir.
Rojnameya Humanité ya Fransayê têkildarî qetlîama li Efrînê û bêdengiya welatên Ewrûpayê nivîskî rexneyî ya edîtor belav kir.
Jean-Emmanuel Ducoin bi sernavê ‘We got qetlîama li Efrînê?’ nivîseke edîtor belav kir.
Nivîs bi gotina ‘Bêdeng bin, Recep Tayyip Erdoğanê dîktator qetil dike’ dest pê dike û diyar dike ku li Efrînê rewş krîtîk e. Rojname diyar dike ku Efrîn ji hewayî û bejahî tê bomberdûmankirin. Rojname ji bo Efrînê dibêje ‘bajarê şehîd’. Rayedarên Fransayê û medyaya wê jî berê ji bo Kobanê gotibûn ‘bajarê şehîd’.
Rojname balê dikşîne ser êrîşên li ser sivîlan dibêje “Ev qetlîameke bi bername ye. Serokkomarê Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê yên paramîlîter li hemberî Kurdan şerekî mezin dikin. Erdoğan di nav xwînê de desthilatdariya xwe ya herêmî ava dike. Ji ber vê jî bandorên wê yên jeopolîtîk dikare hemû herêmê bêîstîkrar bike û yan jî hevsenga cîhanê xera bike.”
Rojname diyar dike ku têkoşîna Kurdan a li hemberî DAÎŞ’ê ew ê tu carî neyê jibîrkirin û dibêje “Erdoğan Kurdan li her derê, li Sûriye û Efrînê qetil dike. Ev tişt çawa nayê dîtin?”
Rojname diyar dike ku ji bo paqijiyeke etnîk neyê kirin divê li Ewrûpayê wijdan werin hişyarkirin û zext li NY were kirin ku bila vî dîktatorî bisekinîne. Humanité nerazîbûn nîşanî bêdengiya welatên Ewrûpa û bêtevgeriya wan jî dide.