Hukûmetê ji bo karkeran ji sedê 3 zem pêşniyar kir

Hukûmetê ji bo karkeran ji sedê 3 zem pêşniyar kir

Di hevdîtina di navbera Hukûmet û Turk- Îş de hukûmetê, ji bo meaşên di bin 1.800 TL de 150 TL û ji bo şeş mehên destpêkê ji sedî 4, ji bo şeş mehên dîtir jî ji sedî 3 zem pêşniyar kir.

Bi mebesta ji bo 185 hezar kesên di xebatên gelemperiyê de kar dikin zema ji bo meaş û mafên wan ên civakî werin diyarkirin di navbera Turk-Îş û hukûmetê de hevdîtina sêyemîn pêk hat.

Di 2 civînên destpêkê de aliyan ku daxwazên  sendîkayan nîqaşkirin pêşniyara hukûmetê girtin dest. Hat zanîn ku hukûmetê ji bo meaşên di bin 1.800 TL de 150 TL û ji bo şeş mehên destpêkê ji sedî 4, ji bo şeş mehên dîtir jî ji sedî 3 û her wiha ji bo alîkariyên civakî jî li gorî asta enflasyonê zem pêşniyar kiriye. Alî ji ber ku Turk-Îş pêşniyar qebûl nekir li hevdu  nekir û hefteya bê cara 4’emîn wê bên gel hevdu.