'Hukmê biryarnameyan piştî Rewşa Awarte namîne'

Hiqûqnas Husnu Ondul got, "Biryarname û biryarên di dema Rewşa Awarte de hatine dayin piştî ku Rewşa Awarte rabû divê bê hikum bin. Ji ber ku ev qanûn nînin, lê biryarname ne."

Di nava 2 salên Rewşa Awarte de 35 biryarnameyên di hukmê qanûnan de hatin derxistin, 129 hezar û 410 wezîfedarên cemaweriyê ji kar hatin avêtin, li gelek bajaran civîn, xwepêşandan û meş ji bo 3 mehan hatin qedexekirin, 70 rojname, 25 radyo, 20 kovar û 18 qenalên televîzyonê hatin girtin, 1.431 komele hatin girtin û grev hate qedexekirin. Bi pêşnûme qanûneke nû re ku pêşkêşî meclîsê hate kirin, Rewşa Awarte ji bo 3 salan cihê xwe dide serdemeke awarte. Bi qanûna nû re derxistin ji karê cemaweriyê wê bi însiyatîfa wezîr an jî saziyê be. Li gorî normên hiqûqî yên asayî, biryarnameyên di dema Rewşa Awarte de hatine derxistin, piştî ku Rewşa Awarte hate rakirin ew jî bê hikum dimînin. Lê belê bi pêşnûme qanûna nû re ev biryar didomin û pêşî li wê yekê tê vekirin ku biryarên bi heman rengî karibin dîsa bên girtin. Hiqûqnas û parêzvanê mafên mirovan Husnu Ondul mijar ji ANF'ê re nirxan.d

Ondul diyar kir ku Rewşa Awarte ji aliyê hiqûqî ve hatiye rakirin, lê belê bi qanûna pêşkêşî meclîsê hate kirin re erkên Rewşa Awarte radestî wezaretan û walîtiyan hatine kirin. Ondul got, "Di rewşeke wiha de rakirina Rewşa Awarte ji aliyê hiqûqî ve di pratîkê de bê wate ye. Rewşa Awarte di nava 3 salan de mayinde dibe."

Ondul da xuyakirin ku biryarnameyên piştî ragihandina Rewşa Awarte hatin derxistin di dema rewşa awarte de derbas dibin û got, "Li gorî nêrîna giştî ya hiqûqî, piştî ku Rewşa Awate qediya, hemû biryarên di wê demê de hatine dayin betal dibin."

Ondul diyar kir ku biryar û biryarnameyên di dema Rewşa Awarte de hatine derxistin ji Meclîsê re bên şandin û bibin qanûn jî, ji aliyê cewherî ve biryarname qanûn nîne, lê biryar e. Ondul got, "Dema ku mirov ji aliyê mafên mirovan û hiqûqa destûra bingehîn ve li meseleyê dinerin, eşkere dibe ku biryarname divê niha bi cih neyên anîn." Ondul destnîşan kir ku dema biryarnameyan dema Rewşa Awarte ye.