'Hucreyên razayî' yên DAIŞ'ê tûrîzm qedand
'Hucreyên razayî' yên çeteyên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê, sektora tûrîzmê qedand.
'Hucreyên razayî' yên çeteyên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê, sektora tûrîzmê qedand.
'Hucreyên razayî' yên çeteyên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê, sektora tûrîzmê qedand.
Par 34 mîlyon 305 hezar tûrîst hatibûn Tirkiyeyê, bi qasî 41.4 mîlyar lîre ji tûrîzmê hatine bi dest xist. Tûrîstekê/î bi nîvkî 828 dolar xerc kir. Tûrîzma li Tirkiyeyê di sala 2015'an de di asta tê xwestin de bi pêş ve naçe. Kêmbûna tûrîstên ji welatên Ewropayê tên û xeteriya DAIŞ'ê, hejmar û hatineya tûrîzmê ya 6 mehên destpêkê yên salê heland. Piştî komkujiya li Pirsûsê tûrîstên biyanî rîska hebûna 'hucreyên veşartî' yên DAIŞ'ê li ber çavan girtin û vê yekê derbeke mezin li sektora tûrîzmê xist.
Tirkiyeyê ku di 6 mehên destpêkê yên sala 2014'an de 13 mîlyar 783 mîlyon lîre ji tûrîzmê bi dest xist, di heman mehên sala 2015'an de 12 mîlyar 602 mîlyon lîre wergirt. Li gorî hejmarên ji aliyê Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê ve hatin aşkerakirin, hatineya tûrîzmê di çaryeka duyemîn a salê de li gorî heman dema par ji sedî 13.8 kêm bûye û bûye 7 mîlyar 733 mîlyon 677 hezar dolar. Hatineyên tûrîzmê ji sedî 86,7 ji ziyaretvanên biyanî, ji sedî 13,3 ji welatiyên li derveyî welat dijîn, pêk tê.
DAIŞ Û OPERASYONÊN LEŞKERÎ BANDOREKE GIRÎNG LI REWŞÊ DIKIN
Mirovên bi karê tûrîzmê re mijûl dibin anîn ziman ku pênasekirina Tirkiyeyê li nava raya giştî ya cîhanê weke 'destekvanê DAIŞ'ê' û aşkerabûna gelek êrîşên bombeyî yên DAIŞ'ê di bin kontrola hêzên ewlekariyê yên Tirk de, bûn sedem ku gelek tûrîst neyên Tirkiyeyê. Tûrîzmkaran diyar kirin ku eger di polîtîkaya dewlet û hikûmetê de guhertin neyên kirin, wê welat ber bi krîzeke cidî ya aboriyê ve biçe. Polîtîkaya şer a AKP'ê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên hewayî bandor li tûrîzmê kirin.
Rêveberên sektorê dan xuyakirin ku her sal li Kûşadasi cih nedima, lê îsal tûrîstên biyanî hema hema qet nehatine.