HRW: Tirkiye li Efrînê sivîlan dikuje

HRW'ê ragihand, dewleta Tirk a dagirker li Efrînê sivîl kuştiye ku zarok jî di nav de hene. HRW'ê diyar kir ku li ser mijarê name ji rayedarên Tirk re şandine, lê bersiv negirtine.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) diyar kir, artêşa Tirk li Efrînê sivîl kuştiye. Rêxistinê got, tenê di 3 êrîşan de 26 sivîl hatine kuştin ku 17 jê zarok in.

Alîkara Dîrektorê Rojhilata Navîn a Rêxistian Şopandina Mafên Mirovan (HRW) Lama Fakîn li ser mijarê ev daxuyanî da: "Bi qasî ku tê dîtin, ji ber şêweyê êrîşa dawî ya Tirkiyeyê xeteriya koçberiyê û mirinê li ser sivîlan heye."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Eger Tirkiye bi israre ku naxwaze zerarê bide sivîlên li Sûriyeyê, pêwîste di vî warî de hê bêhtir hewl bide. Di vê çarçoveyê de divê êrîşên rê li ber mirina sivîlan vedikin lêkolîn bike û encamên vê lêkolînê jî ji raya giştî re eşkere bike."

Hate gotin, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan êrîşên 21, 27 û 28'ê Çileyê yên li Efrînê lêkolîn kiriye, bi wezîfedarên tenduristiyê û 7 şahidan re axiviye û wêneyên ji ezmanan jî li cihên êrîşê hatine kişandin, analîz kiriye. Di van êrîşan de 26 sivîl hatin kuştin, 17 zarok jî birîndar bûn.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan her wiha diyar kir ku 26'ê Çileyê li ser mirina sivîlan name ji Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê re şandiye, lê bersiv nehatiye dayin.

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê duh agahî da ANF'ê re û diyar kir ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker 176 sivîl mirine, ku 27 ji wan zarok in.