HRW: Mûxalefeta Sûriyê li dijî mirovahiyê sûc dike
HRW: Mûxalefeta Sûriyê li dijî mirovahiyê sûc dike
HRW: Mûxalefeta Sûriyê li dijî mirovahiyê sûc dike
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Hûman Rîghts Watch-HRW) di raporeke nû de cih da belgeyên ku nîşan didin mûxalefeta Sûriyê bi dehan sivîlên dîl girtine qetil kiriye û destnîşan kir ku careke din piştrast bûye ku mûxalefet li dijî mirovahiyê sûc dike. HRW di rapora xwe de diyar kir ku komên çekdar li bajarê Sadad'ê tevî jin û zarokan 46 sivîl qetil kirine.
Rapora lêpirsîna ji aliyê HRW ve hat meşandin, di 19'ê Mijdarê de hat weşandin. Li gorî raporê, mûxalefeta S3uriyê li bakur rojhilatê Şamê li bajarokê Xiristiyanan Sadadê di navbrea 21-28'ê Cotmehê de 14 jê jin û 2 jê zarok 46 sivîl qetil kiriye.
Rêxistina van agahiyan dispêre beyanên 10 kesên ji êrîşê filitîne. Li gorî rapora HRW di dema êrîşên li hemberî artêşa ser bi Beşar El Esad de "şervanên serhildêr" nehiştin sivîl malên xwe yên li qadên şer biterikînin. HRW'ê diyar kir ku di dema bidestketina bajêr re şervanan gundiyek weke mertalê zindî bikar aniye û sê dêr talan kirine.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, ku navenda wê li Londonê ye û bi nêzbûna xwe ya li mûxalefeta Sûriyê tê zanîn beriya niha komkujiya komên çekdar a li bajarokê ji 3 hezar şêniyî qebûl kiribû. Saziya Çavdêriyê gotibû, "Bûyerên qetilkirinê di 21'ê Cotmeha 2013'an de bi êrîşa Eniya El Nûsra ya li dijî bajarok destpê kir û di 28'ê Cotmeha 2013'an de bi vekişîna El Nûsra û hevalbendên wê re bi dawî bûne."
Berpirsyara Maseya Rojhilata Navîn a HRW Sarah Leah Whîtson jî got, "Şervanên mûxalefetê dema ketin hundirê Sadadê gotin ewê zerarê nedin sivîlan, lê belê tişta ku kirin berevajî vê bû." Whîtson da xuyakirin ku lêborîna lêdanên bi çavkorî û êrîşên bi hedef ên li hemberî sivîlan, nabe.
Li aliyê din lêkolînera ji Sûriye û Lîbyayê berpirsyar a NRW Lama Fakîh ji Radyoya Dengê Rûsyayê re axivî û diyar kir ku şervanan sivîl weke mertalên zindî bikaranîne û got, "Li derdora vî bajarî 6 kes û 4 kesên bi awayekî derveyî qanûnî û bêyî îradeya wan ew tevli şer kirin, jiyana xwe ji dest dan."
Fakîh got, "Di rapora meha Cotmehê de me ragihandibûn ku di dema pevçûnên li herêma Lazkiye de zêdeyî 190 sivîl ji aliyê komên mûxalîf ve hatine qetilkirin."
Di rapora 11'ê Cotmehê hat weşandin de NRW dabû xuyakirin ku Artêşa Azad a Sûriyê û komên ser bi El Qaîdeyê di 4'ê Tebaxê de 57 jê jin û 18 jê zarok herî kêm 190 sivîl qetil kirin. HRW di heman raporê de ragihandibû ku komên li dijî mirovahiyê sûc dikin di ser Tİrkiyê re şervan û çek derbas kirine û bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hatibû kirin ku bang li Tirkiyê bike.
HRW'ê beriya niha komên çekdar ên mûxalefeta Sûriyê bi îşkencekirin û gulereşandina li leşkerên dîlgirtî, tawanbar kiribû. Rêxistinê, belgeyên der heqê 10 bûyerên îşkenceyê yên rê li ber mirina mirovan vekiribû, weşandibû.
Fakîh diyar kir ku ew sûcên li Sûriyê tên jiyîn ji Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Ceza ya Navneteweyî re radigihînin û ewê her ragihînin.
Heman komên mûxalîf di destpêka meha Tebaxê de êrîşî Kurdên sivîl ên li bajarokên Til Hasil û Til Eran ên navçeya Heleb Sefîreyê kiribûn û nêzî 50 kes qetil kiribûn û 350 kes jî dîl girtibûn.
Li dû van êrîşan çeteyên El Qaîdeyê yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê û Eniya El Nûsra êrîşî herêmên Kurdan kiribûn, gundên Kurdan talan kiribûn û gelek sivîl dîl girtibûn.
HRW di rapora xwe ya meha Cotmehê de gotibû, "Li gorî berpirsyarên servîsên ewlekariyê yên Sûriyê, nûçeyên di çapemeniyê de cih digirin û açvdêriyên rojnamevan û wezîfedarên organîzasyonên însanî, şervanên biyanî yên van koman di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê dibin. Ji vê derê çek, pere û ekîpmanên din derbasî Sûriyê dikin û birîndarên xwe jî li Tirkiyê derman dikin."