HRW: Çeteyên Tirkiyeyê Efrînê talan dikin

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand, ku çeteyên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê Efrînê talan dikin û xaniyan xera dikin.

Dîrektora Rojhilata Navîn a HRW'ê Lama Fakih daxuyaniyek da û diyar kir, hêzên rejîmê destûrê nadin ku Efrînî bikevin herêmên di kontrola wan de ne. Fakih destnîşan kir ku malên Efrîniyan hatine talankirin û gelekî mexdûr bûne. Lama Fakih bang li hêzên Tirk kir ku dawî li talan û hilweşandina li Efrînê bînin û ji hêzên rejîmê jî xwest ku li pêşiya mirovên dixwazin ji Efrînê derkevin nebin asteng.

Li gorî HRW'ê ku agahî ji çavkaniyên herêmî girtiye, Efrîniyên li hin gundên di kontrola Tirkiyeyê de ne û li herêma rejîmê dimînin li derve ne û pirsgirêka giran a xwarin û vexwarinê heye.

Doktorekî ji HRW'ê re axivî anî ziman ku wan xwe li herêma Til Rifatê girtine, ti derfetên wan ên tibî nînin û wan hemû malzemeyên xwe li pey xwe hiştine. Doktor got, "Ji bo em mirovên li vir derman bikin, me klînîkeke sehra ava kir, lê em nikarin bibin bersiv ji pêdiviyan re. Li vî cihî, em bê av, bê nan û bê derfet man."

REJÎM BERTÎLÊ JI EFRÎNIYAN DIXWAZE

Saziyê di rapora xwe de her wiha ragihand, rejîm ji bo bikevin herêma wan 1000 dolarî bertîlê ji Efrîniyan dixwaze. Efrîniyekî ku dixwaze biçe bajarokê Nubul ji HRW'ê re got, serê şexsekî 150 hezar lîreyê Sûriyeyê ji wan hatiye xwestin.

Di rapora HRW de hate bibîrxistin, ku li gorî pîvanên şer, di dema şer de alî neçar in ku destûrê bidin sivîlan ji bo derbasî herêmên ewle bibin û ji pêwîstiyên wan ên însanî re bibin bersiv.

TALAN SÛCÊ ŞER E

Di raporê de cih ji gotinên Efrîniyan re hate dayin ku qala talanê dikin. Efrîniyên ku HRW'ê re axivîn gotin, çeteyên Ceys al-Sharkiyah û Lîwa Al Fetih, li pêş çavên wan eşyayên wan talan kirine.

HRW'ê bi bîr xist ku talan sûcekî şer e û divê fermandarên leşkerî destûrê nedin binpêkirinên bi vî rengî yên pîvanên şer.