BI DÎMEN

HPG'ê şehîd Arîn Marînos bi bîr anî

HPG'ê gerîla Arîn Marînos (Esma Tekîn) bi bîr anî ku Tebaxa 2022'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û got, "Hevrêya me Arîn weke gerîlayeke YJA Starê ya wêrek û serketî cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt."

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎD

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Hevrêya me Arîn Marînos ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê li refên herî pêş cih girt, bersiv da dagirkeran, bi îradeyeke xurt şer kir û xeta PKK û PAJK'ê di asta herî bilind de temsîl kir, şehîd bû."

Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke welê afirand ku di ti serdema dîrokê de nehatiye dîtin û têkneçûna îradya Apoyî nîşanî tevahiya cîhanê da. Hevrêya me Arîn Marînos ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê li refên herî pêş cih girt, bersiv da dagirkeran, bi îradeyeke xurt şer kir û xeta PKK û PAJK'ê di asta herî bilind de temsîl kir, şehîd bû. Li herêma Zapê ku hesabên dagirkeran û hevkarên wan bi berxwedanê hate têkbirin hevrêya me Arîn gerîlatî kir û ruhê serketinê yê demê di şexsê xwe de temsîl kir. Meşa xwe ya azadiyê ku ji Bakurê Kurdistanê da destpêkirin, mezin kir, gihand Herêmên Parastinê yên Medyayê û li her qada ku lê ma kedeke bêhempa da. Bi dilxwaziya xwe ya têkoşînê û tevlîbûna xwe ya xurt ji hevrêyên xwe re bû mînak û li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî gelek karî bû. Bi hevrêtiya xwe ya xurt û sekna bi israr a li ser xeta Rêber Apo hemû berpirsyariyên xwe bi rengekî hêja bi cih anî.

Di serî de malbata wê ya hêja ku milîtaneke hêja ya weke hevrêya me Arîn tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em ê şopdarê xeyalên şehîdên xwe bin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Arîn Marînos bi vî rengî ne:

Nasnav: Arîn Marînos
Nav paşnav: Esma Tekîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Bedriye-Hasan
Dem û cihê şehadetê: Tebaxa 2022 / Herêmên parastinê yên Medyayê

Hevrêya me Arîn li bajarê qedîm ê Kurdistanê li Colemêrgê, li nava malbateke me ya ji eşîra Marînosê ji dayik bû. Hevrêya me ku li nava malbat û derdoreke welatparêz ji dayik bû, bi dilsoziya bi cewher û çanda xwe mezin bû. Hevrêya me ku di temenekî zû de firsend dît ku têkoşîna me nas bike, sempatiya xwe ji bo partiya me çêbû. Li cihekî weke Colemêrgê ku refleksên xwe yên civakî yên li hemberî dijmin timî xurt e, hevrêya me zarokatiya xwe derbas kir û rastiya dijmin hîn di zarokatiyê de fêhm kir. Hevrêya me ku şahidî ji zext û zilma dewleta Tirk a dagirker a li Kurdistanê re kir, hêrsa xwe ya li hemberî dijmin her roj mezin kir. Hevrêya me ku heta lîseyê xwend, bi taybetî di temenê xwe yê ciwantiyê de ji ber bûyerên li Kurdistanê diqewimîn kete nava lêgerînan. Hevrêya me ku bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a faşîst hesiya, di têkoşîna li Kurdistanê de her ku pêşengiya gerîlayên YJA Starê û keda wan a ji bo bicihanîna paradîgmaya Rêberê me dît, bêhtir bû heyranê gerîla. Rêbazeke jiyanê ya klasîk a di çarçoveya sînorên koletiye de ti carî qebûl nekir û her tim kete nava lêgerînan. Hevrêya me Arîn rewşa jinên lin ava sîstemê û gerîlayên jinên ji bo azadiya gelê me yê li refên azadiyê têdikoşin anî hemberî hev û kete nava kûrbûnên mezin. Hevrêya me fêhm kir ku jiyana sîstemê jinê bê îrade dike û dike koleyeke modern. Lewma hewl da tevgera me hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Hevrêya me li hemberî neheqiyê û şehadetan xwe berpirsyar dît û biryar da ku beşdarî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bibe.

Hevrêya me Arîn ku sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû, zanîbû ku bi tevlîbûna xwe re gaveke dîrokî avêtiye û armancên mezin danî pêşiya xwe. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî nava perwerdeya şervanên nû bû. Ji bo derbaskirina zor û zehmetiyên jiyana çiyê û gerîla zehmetî nekişand. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi moral a li perwerdeyê û meraqa xwe ya hînbûnê di demeke kurt de bi pêş ket. Bi perwerdeya wergirtî re di kesayetiya xwe de guhertin kir û sîstem hîn baştir analîz kir. Her ku di dersên dîroka partiyê û jineolojiyê de têkoşîn fêhm kir, daxwaza xwe ya ji bo têkoşînê hîn mezin kir. Di nava refên têkoşînê de armanca xwe ya sereke ew bû ku hêjayî şehîdan be û her ku bedelên di dersên dîroka partiyê de xwend, bêhtir kûr bû û ji xwe re kir armanc ku li ser xeta Şehîd Zîlan û Şehîd Bêrîtan bi gavên ji xwe bawer bimeşe. Eleqeya wê ya ji bo branşên leşkerî kir ku di demeke kurt de encamên baş werbigire. Hevrêya me bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand û bû milîtaneke amade ku wezîfeyên şoreşgerî li qadên şerê giran pêk bîne. Pêşniyar kir ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê piştî karên pratîkî tevlî perwerdeya pisporbûyînê bibe. Di demekê de ku êrîşen dijmin giran bû, zanîbû ku tenê weke gerîlayeke pispor û ji aliyê îdeolojîk ve xurt, dikare bibe bersiv. Lewma îdîaya xwe mezin kir û beşdarî perwerdeya pisporiyê bû. Hevrêya me ku di branşên leşkerî de bû pispor, piştî ku perwerde bi serketî qedand, weke gerîlayeke YJA Starê ya profesyonel tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe  kir. Hevrêya me Arîn derfet dît ku hem di perwerdeyê de hem jî di pratîkê de tiştên hîn bûye xurt bike û di şarezabûna leşkerî ya gelek hevrêyên me de bû xwedî rol. Pêşniyar kir ku derbasî qadên ji şerê giran bibe. Hevrêya me li akademiya jinê ya xweser beşdarî dewreya perwerdeyê ya îdeolojîk bû, ji aliyê îdeolojîk ve xwe gelekî kûr kir. Hevrêya me ku nirxandinên artêşbûna jinê ya Rêberê me xwend, têgihişt ku weke jin a azadbûyî dikare çi bike.

Li gorî ruhê demê ji bo tevlî qadên şerê germ bibe pêşniyar kir û di encama israra vê yekê de derbasî qada Zapê bû û li hemberî dagirkeran li refên herî pêş cih girt. Li tunelên şer pratîkeke bi bandor meşand û pêşengî kir ku derbên giran li dijmin bê xistin. Li qada Zapê li tunelên şer cihê xwe di nava berxwedana dîrokî de girt, weke milîtaneke Apoyî ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê. Di nava tîmên gerîla yên nîv tevger de cih girt û ji bo bicihanîna taktîkên gerîla yên dema nû ked da. Xeta berxwedanê û têkoşînê ya şehîdên me yên nemir ji xwe re kir esas û heta kêliya şehîd bikeve bêteredût li ser vê xetê meşiya. Ji bo hêjayî şehîdên me bibe û barê hverêyên me yên di bin êrîşên çekên kîmyewî de li ber xwe didan sivik bike, hemû hewldanên ji destê wê hatin kir û di her çalakiyê de bi daxwaz û coşeke mezin amade bû. Hevrêya me Arîn weke gerîlayeke YJA Starê ya serketî û şervaneke wêrek cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt.

Hevrêya me Arîn ku Tebax 2022'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû; bi şarezabûna xwe ya leşkerî, têkiliyên xwe yên hevrêtiyê yên kûr û kesayetiya xwe ya milîtan a pêşeng mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku nayê jibîrkirin. Em soz didin ku ala têkoşînê ya hevrêya me Arîn ji me re hişt bi ser bixînin û em ê xwedî li bîranîna şehîdên xwe hemûyan derkevin."