BI DÎMEN

HPG'ê nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir

HPG'ê ragihand ku gerîlaya YJA Starê Ezda Îsyan şehîd bûye û got, "Bi fedakarî û kedkariya xwe jiyana li ser bingeha cewhera gerîlatiyê ji xwe re kir esas."

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHADETA GERÎLA

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Jina leheng a gelê me yê Wanê û milîtana hêja hevrêya me Ezda Îsyan di Çileya 2024’an de li Botanê şehîd bû.

Hevrêya me Ezda ya nirxeke mezin da her kêliya jiyana gerîla ku weke ji nû ve zayînê rave dikir û bû xwedî tevlîbûneke çalak, bi kesayeta xwe ya fedakar û kedkar jiyankirina cewhera gerîlatiyê esas girt. Hevrêya me ya ku bi zanebûna wateya gerîla ji bo gelê me her tim xwest bibe xwediyê têkoşîneke hê mezintir û bi bandor, ji bo vê ji guhertinên girîng ên li kesayeta xwe bigire heta tevlîbûna li çalakiyên bi bandor ên li dijî dijmin, di gelek qadên têkoşînê de cih girt. Hevrêya me Ezda ya ku hêrsa di dilê xwe de ya li hemberî dijmin kir sedema bingehîn a pêşketina xwe, her firsendê bi awayekî herî baş nirxand û xwest bibe layiqê hevrêyên xwe yên ku tevkariyê di pêşketina gel û di wê de çêkirine. Weke gerîlayekî YJA Starê bi îradeya xwe pêvajoyên herî zehmet ên têkoşînê bi awayekî serkeftî derbas kir û bû şervaneke azadiyê ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hat hezkirin û rêzgirtin. 

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Ezda Îsyan bi vî rengî ye:

Nasnav: Ezda Îsyan
Nav paşnav: Gewrê Semo
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik û bav: Behîcan - Şefîk
Dem û cihê şehadetê: Çileya 2024’an/Botan

Hevrêya me Ezda li navçeya Şax a Wanê ku yek ji navendên girîng ên berxwedana Kurdistanê ye di nava malbateke girêdayî çand û kevneşopiyên Kurdî de ji dayik bû. Hevrêya me Ezda ji ber van taybetmendiyên malbata xwe girêdayî cewhera xwe mezin bû. Hevrêya me ku li gund mezin bû, bi taybetmendiyên xwe yên dirust û sade ji aliyê malbat û derdora xwe ve hat hezkirin. Dewleta Tirk a dagirker ku ji ber têkoşîna me ya azadiyê bandor li tevahiya Bakurê Kurdistanê kir û gelê me bi girêdanbûneke nayê têkbirin xwedî li têkoşîna me derket, li tevahiya qada Bakur notirvaniyê li ser gelê me ferz kir û polîtîkaya ku Kurdan li dijî hev dide şerkirin xist dewrê. Gefa kuştinê li gelê me yê welatparêz hate xwarin ku ev sepandinên dijmin qebûl nekir û dihat xwestin bi şewitandina gundan wan bitepisînin. Malbata hevrêya me Ezda ligel ku di sala 1990’î de ji ber zextên dijmin neçar ma notirvaniyê qebûl bike jî, piştre li hemberî hemû zext û hewldanên tepisandinê yên dijmin li ber xwe da notirvaniyê berda û biryara piştgirîdayina têkoşîna azadiya gelê me da. Hewldana naskirina Partiya me ya hevrêya me Ezda ya ji vê helwesta malbata xwe bandor bû jî bi vê pêvajoyê re destpê kir. Di heman demê de ji awayê jiyanê, helwesta dilnizm, têkiliyên hevrêtiyê, rêzgirtina ji gelê me re ya komên gerîlayan ên diçûn gundên wan bandor bû. Ji ber vê yekê di şexsê gerîlayan de meraqa wê ya ji bo partiya me PKK’ê zêdetir bû û hewldanên xwe yên naskirinê mezintir kir. Hevrêya me a ku xwest di şerê giran a di sala 2012’an de tevlî nava refên gerîla bibe, li gel ku di vê pêvajoyê de negihişt armanca xwe jî biryardariya xwe roj bi roj mezin kir û ma benda kêliya tevlîbûna li nava refên gerîla. Zêdebûna êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me yên li gelek qadên Kurdistanê, kom bi kom tevlîbûna ciwanên Kurd li nava refên berxwedanê û şehadetên di pêvajoya şerê giran de bûn sedem ku hevrêya me Ezda di firsenda ewil de biryara xwe ya tevlîbûna li nava refên gerîla bike pratîkê. Hevrêya me ku li ser vê bingehê di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Şaxê ku lê ji dayik bû û mezin bû, bi tevllîbûna li nava refên gerîla armanca xwe ya herî mezin pêk anî.

Hevrêya me Ezda ku piştî tevlîbûna li nava refên gerîla perwerdeya xwe ya ewil li qada Kato Jîrka dît, agahiyên ewil ên derbarê gerîla û çiya de li vir girt. Bi taybet ji nêzîkatiyên germ û jidil ên gerîlayên ku cara ewil nas kir, bandor bû û bi awayekî çalak tevlî jiyanê bû. Hevrêya me di nirxandineke xwe de diyar kir ku bi tevlîbûna nava refên gerîla ji nû ve ji dayik bûye û vê pêvajoyê weke gava ewil a ji bo azadiyê nirxand. Hevrêya me Ezda ya bi perwerdeyên standî xwe di aliyê îdeolojîk û leşkerî de serwext kir, bi lez tevlî xebatên pratîkî bû. Hevrêya me ya ku çêkera xwe ya kedkar û fedakar ya ji malbata xwe girt, bi zanebûna îdeolojîk re xurt kir, bêyî ku bibêje mezin û biçûk bi awayekî çalak tevlî hemû xebatan bû û xwe di hunera gerîlatiyê de pêş xist. Hevrêya me Ezda ku xwest li dijî êrîşên dijmin ên di sala 2015’an de li gelek qadên Kurdistanê bi taybet jî li Botanê pêk hat, tevlî çalakiyan bibe, ji ber vê gelek pêşniyaran kir. Hevrêya me ya ku bi taybet di pêvojoyên ku operasyonên dijmin zêde bûn de firsend dît ku derbe li dijmin bide, vê firsendê bi awayekî herî baş bikar anî û hêrsa xwe ya li hemberî dijmim veguherand çalakiyê. Hevrêya me bi wêrekiya xwe jî ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêya me bi tecrubeya xwe ya şer ji bo tevlî çalakiyên mezintir bibe israr kir û cih girt. Hevrê Ezda ya ku bi wêrekiya xwe mirov hestiyar dikir, di qezenckirina serkeftinên girîng de rol lîst û danahevekê şer a xurt girt. Hevrêya me ku di sala 2017’an de operasyonên berfireh ên dijmin ên ji bo îmhakirina gerîla li qada Kato Jîrka pêşwazî kir, li gel ku bi komeke hevrêyên xwe re nêzî du mehan li zozanên di nava berfê de li bin dorpêça dijmin ma helwestekî bi îrade raber kir û di mezinkirina berxwedana gerîla de ked da. Hevrêya me û hevalên me yên jin ên pê re ku di vê pêvajoyê de piyên wan ji ber bandora berfa zêde û sermaya qerisîner şewitî, li hemerî dijmin bes nekirin. Mînaka îrade û berxwedana destanî raber kirin. Li gel ku di vê pêvajoyê de hevrêyên me Nûdem û Hêvî ji ber sarmayê şehîd bûn û hevrêyên me yên din jî ji ber sermaya berfê birîndar bûn jî, xwe bi awayekî sexlem gihandin hevrêyên xwe. Jina bi hêz û bi îrade ya zozanan hevrêya me Ezda, pêşengek bû ku di vê pêvajoya zehmet de ji hevrêyên xwe re rê nîşan da, bi aqilê xwe ya pratîkî di derbaskirina zehmetiyan de bû alîkar û bi hevrêtiya xwe ya jidil û îradeya xwe ya têk naçe hêz da. 

Hevrêya me Ezda ku xwest xwe di aliyê îdeolojîk de serwext bike, bi pêşniyara hevrêyên xwe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tevlî perwerdeyên pisporiyê yên îdolojîk û leşkerî bû. Di pêvajoya perwerdeyê de pratîka xwe ya zehmet a li Botanê li ber çavan girt, tecrubeyên girîng jê derxist û xwest meşa xwe ya şoreşê hîn bi bandortir bidomîne. Hevrêya me di pêvajoya perwerdeyê de bi tevlîbûna xwe ya bê hesab û dirust rêzgirtina hemû hevrêyên xwe qezenç kir û bi parvekirina tecrubeyên xwe tevkariyê li pêşketina hevrêyên xwe kir. Ji ber xwesteka xwe ya fêrbûna paradîgmaya Rêbertî û bûyîna xwedî jiyaneke li gor wê, bi awayekî çalak tevlî perwerdeyan bû û hişt ku nîqaşên kûr bên kirin. Hevrêya me Ezda ya ku bi awayekî têk naçe bawerî bi taktîkên gerîla yên serdema nû anî, hem di wateya teorîk û hem jî wateya taktîkî de pêvajoyeke girîng a lêhûrbûbê jiya û xwest tavile biçe qadên ku bikare van taktîkan bixe pratîkê. Demeke di xebatên binesaziya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê de cih girt, bi helwesta xwe ya baweriyê dide hemû berpirsyariyên xwe bi layiqî bi cih anî. Hevrêya me ku berê wê her li Botanê bû, careke din ji bo çûyîna Botanê pêşniyaran kir. 

Hevrêya me Ezda ya ku bi lêhûrbûnên xwe yên girîng û asta îdia û biryardariya xwe baweriya hevrêyên xwe qezenç kir, careke din derbasî çiyayên Botanê bû ku hesreta wê bû û firsend dît ku têkoşîna xwe li wê derê bidomîne. Hevrêya me ya ku di qadên têkoşînê yên Botanê de hewl da hemû aresteyên dijmin û zehmetiyên heyî derbas bike, bi tecrubeyên xwe bû xwediyê têkoşîneke bibandor. Ji bo ku bibe layiqê kedên hevrêyên xwe yên ku ji bo pêşketina wê dane, bi hemû hêza xwe têkoşînê esas girt û hewl da erkên xwe yên demê bê kêmanî bi cih bîne.

Hevrêya me Ezda ya ku xwe bi keda xwe ya bê hesab afirand, bi kesayeta xwe ya dirust û jidil di dilê hemû hevrêyên xwe yên têkoşînê de cih girt. Hevrêya me Ezda ku di heman demê de di şert û mercên zehmet de jî ji biryardarî û ezîma xwe ya têkoşînê tawîz neda û weke gerîlayekî YJA Starê bersiva pêwîst da dijminê qirker, cihê xwe di dîroka azadiya gelê me de girt."