BI DÎMEN

HPG’ê şehîdên Avaşînê bi bîr anî

HPG’ê 3 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî û got: "Hevrêyên me Azad, Delîla û Lorîn bi fedakarî û wêrekî têkoşiyan, bûn navê bawerî, dilsoziya bêheq û têkoşîna bi egîdan e.”

HPG'Ê NASNAMEYA 3 ŞEHÎDAN EŞKERE KIR

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) 3 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî û got: "Milîtanên egîd ên doza azadiya gelê me hevrêyên me Azad, Delîla û Lorîn di 2 û 4’ê Cotmeha 2019’an de li Avaşînê heta nefesên xwe yên dawî dilsoziya xwe ya bi nirxên azadî re parastin û tevlî karwanên şehîdan bûn. Em di salvegera şehadeta wan de hevrêyên xwe Azad, Delîla û Lorîn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê dilsozê bîranînên wan bin."

Di daxuyaniya HPG'ê de ev tişt hatin diyarkirin:

"Hevrêyê me Azad li navçeya Qelqelî ya Serhedê ku bi welatparêzî û berxwedaniya xwe tê naskirin, tevlî refên azadiyê bû. Ji roja ewil a tevlîbûna xwe ya li nava têkoşîna me ya azadiyê ku bi coş û kelecaneke bêterîf tevlî bû, heta şehadeta xwe tu tişt ji coş û kelecana wî kêm nebû. Hevrêyê me yê ku bi vê taybetmendiya xwe ve di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt, bi eleqeya xwe ya li gerîlatiyê û bi hêrsa xwe kûr a li dijî dijmin, bû yek ji hevrêyên me yên ku li Zagrosan destan nivîsî. Hevrêyê me Azad ku heta nefesa xwe ya dawî ji felsefeya azadî ya Apoyî tawîz neda, wê bi kesayeta xwe ya durist û jidil her tim di têkoşîna me de bijî.

Hevrêya me Delîla ya ku bi tevlîbûna xwe ya bi têgihîştî di qadên herî zehmet de jî bi azweriyeke mezin jiyanê hembêz kir, di xeta azadiya jinê de her tim xwe pêşxistinê armanc kir û bû milîtana xeta PAJK’ê. Hevrêya me ku bi kesayeta xwe ya ezîm, jîr, bi biryar û têgihîştî li her qadê bû xwedî tevlîbûneke fedaiyane, bi zanebûna ku bi tenê bi tevlîbûneke wiha dikare layiqî heqîqeta Rêbertî û şehîdan be, tevgeriya. Hevrêya me Delîla ya ku her tim bû dilsozê nirxên azadiya gelê me, hestyariya xwe ya di vê mijarê de di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de parast. Ji ber vê xwest ji her êrîşên dijmin re bibe bersiv û bû yek ji mînakên bijarte yên ruhê Apoyî. Hevrêya me ku bi kesayeta xwe ya zindî û xwîngerm di her qada têkoşînê de ku lê bû, ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya moralê, wê her tim rê nîşanî me bike.

Hevrêya me Lorîn a ku ji roja ewil a tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla ve bi biryardariyeke mezin jiyana gerîla û çiya hembêz kir, li her qada ku lê bû keta nava hewldan û lêgerîna xweşikkirina wê cihê. Hevrêya me ya ku bi naskirina îdeolojiya rizgariya jinê têgihîştir bû, di kesayeta xwe de guhertinên esas çêkir û bû milîtanekî Apoyî û gerîlaya PAJK’ê. Hevrêya me ya ku xwest her kêliya jiyana xwe bi wate bike, bi asta lêhûrbûna xwe ya kûr her tim xwest di eniyên herî pêş ên têkoşînê de cih bigire. Hevrêya me Lorîn a bi kesayeta xwe ya bi ezîm û şerker li her qadê bawerî da rêxistina me, heta şehadeta xwe ji vê helwesta xwe tawîz neda. Em hevrêyên wê soz didin ku em ê têkoşîna hevrêya xwe Lorîn di her pêngava têkoşîna xwe de bi bîr bînin û bidin jiyîn. 

Hevrêyên me Azad, Delîla û Lorîn ên ku di pêvajoyeke ku êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me herî zêde tê kirin de bêyî kêliyek jî dudilî bibin ji bo têkoşîna azadiya gelê me têkoşiyan, bi vê tercîhên xwe bûn milîtanên Apoyî ku divê ciwanên Kurd mînak bigirin. Hevrêyên me yên hêja ku bi hemû xwebûna xwe bawer kirin ku wê têkoşîna gerîla bi ser bikeve û ji bo vê di her kêliya xwe de bi fedakarî û wêrekî têkoşiyan, bûn navê bawerî, dilsoziya bêheq û têkoşîna bi egîdane.

Li ser vê bingehê em weke hevrêyên Azad, Delîla û Lorîn ku gihîştin wê şansê ku bi wan milîtanên Apoyî yên hêja re di heman mewziyê de şer bikin û heman bêhna azadiyê bistînin, sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Azad Ozgur
Nav û paşnav: Emrah Gunara
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik û bav: Zahîde - Îsmet
Dem û cihê şehadetê: 2’ê Cotmeha 2019’an / Avaşîn

Nasnav: Delîla Rojevîn Garzan
Nav û paşnav: Fatma Kiliçarslan
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Navê dayik û bav: Sureyya - Îkram
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Cotmeha 2019’an / Avaşîn

 

Nasnav: Lorîn Bîşeng
Nav û paşnav: Nezahat Çapan
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik û bav: Taybet - Yasîn
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Cotmeha 2019’an / Avaşîn

 

AZAD OZGUR

Hevrêyê me Azad li navçeya Qelqelî ya Wanê li nava malbateke welatparêz ku çanda qedîm a Serhedê lê serwer bû ji dayik bû. Hevrêyê me yê ku ji ber vê taybetmendiyên malbata xwe bi cewhera xwe mezin bû, bi neçûna dibîstanên dewleta Tirk ku cihê asîmîlasyonê ne, vê cewhera xwe parast. Ji temenê xwe yê biçûk ve li gel malbata xwe şivantî kir û tevkariyê li dabara malbata xwe kir. Bi vî rengî kedê dît û ji vê pêvajoyê ve fêr bû ku li ser lingên xwe bisekine. Ji ber vê yekê ji aliyê malbat û derdora xwe ve gelek dihate hezkirin. Hevrêyê me Azad weke her zarokên Kurd, ji biçûkatiya xwe ve têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê tê meşandin ji gerîlayên li herêma xwe nas kir, bi nêzîkatî û jiyana gerîlayên ku yekem car dît bi kûrahî bandor bû. Her ku dît gerîla misogeriya jiyana azad a gelê me ye, girêdana wî xurtir bû. Hevrêyê me yê ku rastiya dijmin ji gerîla bihîst û tiştên li derdora wî diqewimin fêm kir, bi taybetî dema ku dijmin êrîşî hewldana herî biçûk a gelê me jî dikir, hêrseke mezin pê re çêbû. Hevrêyê me Azad weke her ciwanên Kurd dizanîbû divê li dijî vê rastiya dijmin şer bike. Ji bo vê kete nava lêgerîna rê û rêbazan. Hevrêyê me baş dizanibû ku dewleta Tirk a ku bi salan e li ser gelê me polîtîkaya qirkirinê dimeşîne û di vê çarçoveyê de komkujî weke rêbaz bikar tîne tenê ji şer fêm dike û herî zêde dikare li qadên gerîla vê yekê pêk bîne. Hevrêyê me di sala 2014’an de dema ku êrîşên giran li ser destkeftiyên gelê me dihat kirin, ev fikra xwe gihand asta pêkanînê, bi şehadetan bi bandor bû û berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Azad piştî tevlî nava refên gerîla bû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, perwerdeya xwe ya yekem li vir dît. Bi dersên jiyanî yên ku di dema perwerdehiyê de dît, zû bi jiyana çiya û gerîlatiyê re adapte bû. Hevrêyê me yê ku bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya perwerdeyê bû, di gelek mijaran de derfet dît ku xwe perwerde bike û xwe pêş bixe. Dizanîbû ku divê di warê leşkerî de xwe pêş bixe û ji pêvajoyê re bibe bersiv. Dizanibû ku tenê bi vî rengî dikare bibe layiqî têkoşîna gelê me. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de jî derfeta ku îdeolojiya Rêbertî baştir fêm bike dît û diyar kir ku bi tevlîbûna nava refên gerîla biryara herî baş a jiyana xwe daye. Hevrê Azad ê ku perwerdeya xwe bi serketî bi dawî kir, piştre derbasî herêma ku wê pratîkê lê bimeşîne, bû.

Hevrêyê me derfeta ku li herêmên herî dijwar ên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebata gerîlatiyê bimeşîne bi dest xist. Van zehmetiyan kir sedema têkoşînê, roj bi roj xwe pêş xist û bû gerîlayekî jêhatî. Di sala yekemîn a pratîkê de bi tevlîbûna çalakiyên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, hewl da perwerdeya ku dîtiye heqê wê bide. Hevrê Azad di sala 2015’an de di êrîşa dijmin de ji newqa xwe û serê xwe birîndar bû, vê yekê tu carî ji bo xwe wekî astengiyê nedît. Berovajî vê yekê di demeke kin de baş bû û dîsa di eniyên berxwedanê de cih girt. Hevrêyê me piştî pêvajoyeke pratîka serketî xwest xwe di taktîkên gerîla yên serdema nû de perwerde bike, di wê baweriyê de bû ku wê weke gerîlayekî pispor dikare derbên giran li dijmin bixe.

Li ser vê bingehê hevrêyê me di sala 2016’an de beşdarî dewreya leşkerî ya branşê û dewreya perwerdeya bîrdozî bû. Bi perwerdeya ku li vir dît xwe gav bi gav ji nû ve afirand. Bi taybet bi perwerdeya bîrdozî rastiya partiya me PKK’ê û Rêbertiyê baştir fêhm kir û fêm kir ku dijmin bi polîtîkayên şerê taybet dixwaze PKK’ê reş bike, ti eleqeya wê bi rastiyê re tuneye. Di vê pêvajoyê de hînî xwendin û nivîsandinê bû û di warê bîrdozî de bingehek ava kir. Hevrê Azad têgihîşt ku milîtanekî îdeolojiya Apoyî xwe nas bike wê ti carî xwe sînordar neke û xwe di gelek beşên leşkerî de ji şerê dijwar re amade kir.

Hevrê Azad piştî dewreya perwerdeyê, derbasî Zagrosan bû û hewl da erka xwe ya demê pêk bîne. Hevrê Azad li ber bayê heybetiya çiyayên Zagrosê ket û fikirî ku divê ev erdnîgariya ku quncikekî bihuştê ye azad bibe. Weke yek ji fermandarên me yên pêşeng şehîd Reşîd Serdar gotibû; “Divê siya dijmin jî li van deran nemîne”, hevrê Azad di vê zanebûnê de bû û bi van hestên xweş, watedar û kûr berê xwe da pratîkê. Hevrêyê me li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di gelek çalakiyan de cih girt, bi cesaret û fedakariya xwe ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrê Azad bi kesayeta xwe ya kedkar û durist hurmeta hemû hevrêyên xwe girt, ji bo soza xwe ya serkeftinê bi cih bîne bi hemû hêza xwe şer kir û bi hêrsa li hemberî dijmin serkeftinên girîng bi dest xist. Weke hevrêyên wî em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê şopdarê xeyalên hevrê Azad bin.

DELÎLA ROJEVÎN GARZAN

Hevrê Delîla li navçeya Tetwan a Bedlîsê li nava malbateke welatparêz a ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bedel dane de ji dayik bûye. Bi saya dilsoziya kûr a malbata xwe ya ji bo nirxên azadiyê, di temenê xwe ya biçûk de têkoşîna me nas kir. Bi taybetî çalakiyên yek ji fermandarên me yên pêşeng hevrê şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) bi têkoşîna bêeman a li hemberî dijmin daye û xebatên li Tetwanê meşand bandoreke mezin li ser hevrê Delîla çêkir û eleqeya wê ya bi partiya me PKK’ê zêdetir kir. Bavê wê di salên 1990’î de ji ber xebatên siyasî dimeşand ji hêla dijmin ve hat girtin û êşkence lê kirin. Ev yek hişt ku hevrê Delîla di temenê biçûk de rastiya dijmin nas bike û hêrsa hevrêya me ya li hember dijmin mezin kir. Ji bo têkoşîna me ya azadiyê baştir nas bike kete nava lêgerînê. Hevrê Delîla hewl da ku felsefeya Rêbertî û têkoşîna gerîla baştir fêm bike û ev yek derbarê jiyanê de rê li ber lêpirsînkirina bingehîn vekir. Hevrêya qalibên feodal ên li ser jinê qebûl nedikir û jiyana azad a ku bi felsefeya Rêbertî de nas kir, ji xwe re kir armanca herî mezin. Hevrêya me gihîşt wê encamê ku ew nikare bi ev lêhûrbûnên dijiya bi vê pergalê re bijî û ji bo tevlî nava refên gerîla bibe kete nava lêgerînê. Hevrêya me bi taybet piştî hevrêyên me Sara, Rojbîn û Ronahî di sala 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin gihîşt biryarbûnê. Piştî ku xwişka wê ya mezin hevrê Rojevîn - Evîndar Kiliçarslan tevlî nava refên gerîla bû, neçar ma ku tevlîbûna xwe ji bo demeke kin taloq bike. Paşê di firsenda yekemîn de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji Garzanê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Delîla demekê li herêma Garzanê ma û li wir agahiyên destpêkê yên der barê gerîlatiyê de girt, piştre bi komên gerîla yên ku li ser banga Rêbertiya me paşde vekişiyan re derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me perwerdeya akademîk a yekem li vir dît û bi coş beşdarî jiyanê bû. Hevrêya me ji bo hestên xwe yên kûr ên tevlîbûna nava refên gerîla veguherîne tevlîbûneke bi zanebûn, bi awayekî çalak beşdarî perwerdeyan bû. Hevrêya me bi taybetî bi têkoşîna azadiya jinê re eleqedar bû, her tim giranî da ser milîtaneke baş a xeta azadiyê ya ku bi bedelên mezin hatiye afirandin. Dîsa weke gerîlayeke jin, dizanîbû ku bêyî xweparastinê azadî pêk nayê, her tim hewl da ku di qada leşkerî de jêhatî bibe. Hevrêya me Delîla perwerdeya xwe bi serkeftî bi dawî kir, bi heyecanek mezin, bi îdea û bi biryar berê xwe da qadên ku wê li lê pratîkê bimeşe.

Hevrêya me Delîla di pêvajoya ku çeteyan êrîşên dijwar ên li dijî gelê dimeşand de fikirî ku divê li kêleka gelê me şer bike û di sala 2014’an de beşdarî şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bû. Hevrêya me bi lehengî û fedaî beşdarî bersivdayîna komkujiyên çeteyan bû û di destpêka şer de ji her du lingên xwe birîndar bû. Hevrêya me piştî dermankirinê demekê bi coş û kelecana roja ewil dîsa cihê xwe di çeperan de girt û di têkbirina êrîşên çeteyan ên li hemberî gelê me de kedeke mezin da.

Hevrê Delîla erka xwe ya li hemberî gelê me bi cih anî. Dawiyê careke din vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê û li wir têkoşîna xwe domand. Hevrêya me ji bo muhesabeya pêvajoya pratîka dijwar bike beşdarî perwerdeya bîrdozî û leşkerî bû. Hevrêya me ji şer dersên girîng ên leşkerî û bîrdozî girt. Hevrêya me li hemberî komkujiyên dijmin ên li ser gelê me yê Bakurê Kurdistanê gelekî hêrs bû, bi taybetî ji berxwedanên destanî yên li Sûr, Gever û Cizîra Botan hatin meşandin bandor bû û xwest li wir li cem hevrêyên xwe cih bigire. Lê belê ji ber ku xwişka wê ya mezin hevrê Rojevîn – Evîndar Kiliçarslan di sala 2016’an de li Geverê şehîd bû, ev pêşniyara hevrêya me Delîla nehat qebûlkirin. Hevrê Delîla bi şehadeta hevrêya me Rojevîn gelekî bandor bû, dizanibû ku bersiva li hemberî vê şehadetê berfirehkirina têkoşînê ye. Têkoşînek bêwestan da destpêkirin, dizanibû ku dilsoziya bi hevrêyên şehîd re tê wateya pêkanîna xeyalên wan. Hevrê Delîla li gelek herêmên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşiya. Bi saya girêdan û dilsoziya bêhempa ya ji bo nirxên azadiyê, baweriya hevalên xwe bi xwe anî û di xebatên girîng û stratejîk de cih girt. Hevrêya me demeke dirêj di van xebatan de cih girt, bi tevlêbûn û afirîneriya xwe bû xwediyê tevlîbûneke çalak a layiqî baweriya hevrêyên xwe.

Hevrê Delîla her çendî di karê ku tê de bû xwedî pratîkeke serketî bû jî berê wê her tim ber bi qadên ku dikaribû derbekê li dijmin bixista bû û ji bo hêrsa kûr a di dilê xwe de vegerîne çalakiyê bêsebir bû. Ji ber vê yekê bi israr pêşniyar dikir ku here herêmên ku şer lê dijwar bû û li dijî dijmin çalakiyan pêk bîne. Hevrêya me pêşniyarên wê yên bi israr hatin qebûlkirin, bi heyecaneke mezin û bi coşeke bêhempa cihê xwe li çeperên berxwedanê girt. Hevrêya me ya ku bi ked û fedekariyeke mezin di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt û bi kêfxweşiyeke bêdawî gihîşt armanca xwe, tola hevrêyên xwe yên şehîd û gelê me hilanî. Hevrêya me Delîla bi cewhera xwe ya jîndar, dilovan û zindî li her qadê ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê, bi helwesta xwe ya zelal a li ser xeta azadiya jinê bû milîtaneke PKK-PAJK'ê ku hemû hevrêyên wê ji xwe re mînak girtin.

LORÎN BÎŞENG

Hevrê Lorîn li Silopiya ku di salên destpêkê yên têkoşîna me de bi fedakariyeke bêhempa li dora partiya me PKK'ê bûn yek, li malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêya me di temenê zarokatiyê de têkoşîna me nas kir. Ji ber vê xusleta malbatê û derdora ku tê de jiya, heyraniyeke mezin ji gerîla re çêbû. Hevrêya me şêwaza jiyana gerîla meraq dikir û bi eleqedar dişopand, tevlîbûna nava refên gerîla xeyala wê ya herî mezin bû. Hevrê Lorîn demekê neçar ma li dibistanên dewleta Tirk bixwîne û li wir firsenda naskirina xusleta qirker a dewleta Tirk dît. Hevrêya me di perwerdehiya bi zimanê biyanî de zehmetî kişand, bêhtir xwedî li zimanê xwe yê zikmakî, Kurdî derket. Hevrêya me di ferqa polîtîkayên şerê taybet a dijmin ku ji bo zarokên Kurd ji têkoşîna azadiyê dûr bixin de bû û rastiya dijmin bêtir derxist zanyariyê. Ji bo vê jî di destpêkê de bi tevlîbûna nava refên têkoşînê xwest li dijî vê rastiya dijmin şer bike. Lê hevrêya me ji ber temenê xwe yê biçûk nekarî vê daxwaza xwe bi cih bîne, her timdi nava kelecana ku tevlî gerîla bibe jiya Ji bo vê jî roj bi roj asta îdia û biryardariya xwe mezintir kir. Hevrê Lorîn di ciwaniya xwe de çavdêriyên wê yên li ser jiyanê xurtir bûn, firsend dît ku rastiya jinên ku dixwestin di nava qalibên kevneşopî de  bên hiştin û rastiya jinên ku bi felsefeya Rêber Apo ronî û bi hişmend bûne, bide ber hev. Hevrê Lorîn di vê pêvajoyê de ferq kir ku ger azad bijî wê jiyan bi wate be, dizanibû ku ev yek ancax bi tevlîbûna nava refên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê pêkan e. Hevrêya me ji ber tevlîbûna gelek ji malbat û xizmên xwe yên li nava refên gerîla bandor bû, fikirî ku dem hatiye ku xwe bigihîne refên azadiyê û di sala 2015’an de ji Cizîra Botan tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrê Lorîn a ku xwe bi ruhê berxwedana Botanê pêça, ji roja yekem a gerîlatiyê de tevlîbûneke aktîf bû. Hevrêya me çiyayên Kurdistanê weke qadên ku azadî bi rengê xwe yê herî pak tê jiyîn pênase kir û ev yek bi têkoşîna gerîla watedartir dibû. Hevrêy me bi coş û kelecaneke mezin beşdarî perwerdeyên ewil ê gerîla bû, xwest di zûtirîn dem de biçe qadên ku dê pratîkê lê bike û tola hevrêyên xwe yên di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne û gelê me hilîne. Ji bo vê jî girîngiyeke mezin dida perwerdeya leşkerî. Hevrêya me ya ku li hemû detayên hunera gerîlatiyê serwer bû, perwerdeya xwe bi awayekî serketî qedand û derbasî qadên ku wê pratîkê lê bimeşîne, bû. Hevrê Lorîn a ku ji roja ku tevlî gerîla bûye û vir ve hewl da ku hesreta tolhildanê ya di dilê xwe de veguherîne çalakiyê. Ji bo vê yekê her tim di nava lêgerîn û hewldanê de bû. Ji ber vê sedemê hevrêya me dixwest biçe herêmên ku şer lê dijwar bû, bi hewldanên xwe yên bi israr gihîşt armanca xwe.

Hevrê Lorîn a ku di dema êrîşên dijwar ên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de li kêleka hevrêyên xwe di çeperan de li ber xwe da û bi lehengî û fedakariya xwe derketiye pêş. Kîna xwe ya li hemberî dijmin di pratîkê de nîşanî dijmin da. Di heman demê de hevrêya me xwe ji pratîkê û perwerdehiyê dûr nexist, bi taybetî di îdeolojiya azadiya jinê de kûr bû. Hevrêya me bi vî rengî fersend dît ku zêdetir wateyekê bide pratîka xwe, ji jinên têkoşerên azadiyê re jî bû mînak. Hevrê Lorîn pêvajoya pratîka dijwar û zehmet de serkeftî derbas kir û xwest bi perwerdeya pisporiya leşkerî çarçoveyeke zanistî ji vê pratîkê re ava bike. Hevrêya me bi taybetî bi taktîkên gerîlayên serdema nû re eleqedar bû, bi zîrektî û kedkarî di demeke kin de gihîşte daneheveke girîng. Hevrêya me vê carê weke gerîlayeke profesyonel a YJA Starê vegeriya pratîkê, bi hêza ji perwerdeyê wergirt, bi morala hêrsa li hember dijmin bû xwedî têkoşîneke bêwestan. Hevrê Lorîn di pêvajoya şerê dijwar de li gelek herêmên Herêmên Parastinê yên Medyayê de roleke girîng lîst, bi dilsozî û baweriya xwe ya ji nirxên azadiyê re hurmeta hemû hevrêyên xwe girt.

Hevrê Lorîn ji roja tevlî nava refên gerîla bû û vir ve her tim tola êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker a li ser gelê me hildaye, bi ked, berxwedan û îradeya xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Di her qadê de bi hêzeke bêwestan û bêdawî têdikoşiya, hurmeta hevrêyên xwe girt û bû yek ji lehengên ku gelê me wê her tim bi bîr bîne. Hevrê Lorîn, gerîlayeke mînak a PKK-PAJK'ê bi baweriya xwe ya bêdawî ya têkoşîna azadiya jinê û kesayeta milîtan a ku li ser vê bingehê bi dest xistiye, wê her tim di têkoşîna me de bijî. Wekehevrêyên wê em ê teqez Kurdistana azad a ku hevrê Lorîn hesreta wê de bû ava bikin. "