NÛ BÛ

HPG: Çalakiya li dijî Leşkergeha Samandra ji aliyê gerîla ve hat kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, têkildarî çalakiya 12'ê Gulanê ya li Leşkergeha Samandra û Fermandariya Alayê ya li Sancaktepe ya Stenbolê, daxuyaniyek weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, têkildarî çalakiya 12'ê Gulanê ya li Leşkergeha Samandra û Fermandariya Alayê ya li Sancaktepe ya Stenbolê, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku piraniya wan payebilind 9 leşker birîndar bûne û hejmara kuştiyan nehatiye zelalkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hat gotin, "Roja 12'ê Gulanê saet di 16:45'an de li hemberî Fermandariya Alayê ya Hewakariyê û Bejahî û Leşkergeha Samandra yên li Sancaktepe ya Stenbolê ne, hêzên me yên gerîla, maşîneke bombebarkirî di dema derbasbûna servîsa leşkerî de teqandin.

Di encama vê çalakiya sabotajê de piraniya wan payebilind zêdeyî 9 leşker birîndar bûn; hejmara leşkerên mirî nehat zelalkirin. Fermandariya Gitşî ya Artêşa Tirk û medya şerê taybet, tevî ku gelek leşker mirin û birîndar bûn, hewl dan encamên vê çalakiya yekîneya me veşêrin."