Hozan Mizgîn hat bîranîn

Hozan Mizgîn hat bîranîn

Hunermend Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn), di 21. Salvegera jidestdayîna jiyana xwe de, li Elmanyayê bi çalakiyekê hat bîranîn. Di bîranînê de hunermendên Kurd behsa Mizgîn kirin û stranên wê gotin.

Ji damezrînerên Hunerkom û Koma Berxwedan hunermend Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) di 21. Salvegera jidestdayîna jiyana xwe de, bi merasîmekê hat bîranîn. Merasîma bîranînê li Salona „Arkadaş Teater“ a bajarê Elmanya Kolnê hat lidarxistin û ji aliyê Yekitiya Hunermendên Jin ên Mezopotamyayê ve hat organîzekirin. Merasîm, l i gel hunermendan bi beşdariya gelek kesan pêk hat. Li salona bîranînê, wêneyên Hozan Mizgîn, Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî hatin daliqandin.

Di axaftinên li merasîmê de bal hat kişandin ser huner û  kesayetiya têkoşer a Hozan Mizgîn. Hat destnîşankirin, ku di sazîbûna çand û hunera Kurdî de, keda Hozan Mizgîn gelek e.

„MIZGÎN LI DIJÎ KEVNEPERESTIYÊ DERKET“

Di çarçoveya çalakiyê de panêlek jî hat lidarxistin û endama Desteya Rêveber a Yekitiya Hunermendên Jin Sûltan Oger û hunermend Seyidxan, Xelîl Xemgîn û Cewad Merwanî behsa Hozan Mizgîn kirin. Sûltan Oger bal kişand ser rewşa jina Kurd a li nava civaka kevneperet û got, “Berî sala 1980’yî derketina hunermendeke jin gelekî zehmet bû. Lê Mizgîn li dijî pergala feodal û kevneperest derket û  ji bo pêşvebirina çanda Kurd, dest bi hunermendiyê kir. Ew bi tenê bi hunermendiyê sînorkirî nema, di heman demê de di têkoşîna azadiya jinê de rola pêşengiyê lîst. Oger bibîr xist, ku di roja îro de gelek hunermendên jin hene û got, „Em îro di rêya wan ji bo me vekirine de dimeşin. Divê em xwedî li nirxên wan afirandine derkevin. Em vê yekê jî, bi tenê bi jîndarkirina giyana Mizgînan a di nava hunera xwe de, dikarin pêk bînin.“ Oger di axaftina xwe de Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî bibîr anî.

Cewad Merwanî jî diyar kir, ku wî di sala 1991’ê de Mizgîn li Farqîn û Êlihê nas kiriye û weha peyivî; „Min berê dengê Koma Berxwedan û Mizgîn bihîstibû lê guhdarî kiribû. Lê min ew cara yekemîn gava li wê herêmê kar dikir, nas kir. Ew hunermendek û şoreşgereke rastî bû. Ji ber ku peyva xwe bicih dianî, li her qada têkoşînê kar dikir. Li gorî min Mizgîn, di afirandina muzîka Kurdî ya hemdem de roleke girîng lîst. Keda wê gelek e.“

„DIVÊ MIROV JI NIFŞÊN NÛ RE QALA MIZGÎN BIKIN“

Seyidxan jî bal kişand ser kesayetiya Mizgîn û got, „Fêmkirina wê, bi rastî gelekî zor û zehmet e. Di çand û hunera Kurdî de xwedî roleke girîng e. Di demeke ku  hejmara me 6-7 kes bûn de, Mizgîn karê hunerî dikir. Lê niha hejmara hunermendên Kurd bi hezaran tê bilêvkirin. Hunermendên mîna Mizgîn, Sefkan û Elî Temel ev rê vekirin. Divê em xwedî li wan derkevin û wan jîndar bikin. Divê em bi huner, kesayetî û berhemên xwe, wan jîndar bikin.“

Xelîl Xemgîn jî diyar kir, ku ji ber hebûna wî ya îro li vê derê ew deyndarê Mizgîn e û weha axivî: „Li gel hunerê, ew miroveke gelekî mezin bû. Hêzeke wê ya bandorê hebû. Armanca wê, xizmeta ji vê dozê re bû. Ji ber vê yekê Mizgîn û hevalên wê, divê yek bi yek ji nifşên nû re werin vegotin. Ji ber ku ji herkesî bêtir, ew vê rêzdariyê heq dikin.“

Di merasîma bîranînê de, beşdarên Hozan Mizgîn nas dikin jî mafên axaftinê wergirtin û bîranînên xwe parve kirin. Di merasîmê de Hozan Şemdîn, Comert û Hozan Serdar jî amade bûn.

Li dû axaftinan, ji Koma Berxwedan; Diyar, Seyidxan, Xelîl Xemgîn, Cewad Merwanî, Kawa, Peywan Arjîn, Sosin, Zeynep, Bêrîvan, Xelîl, Serdar Azad, Kawa Selman, Şengul Pak û Semî Ber derketin ser dikê û berhemên Hozan Mizgîn gotin. Elî Îkîzer, Memo Yapiştiran, Mûstafa Şahîn, Kemal Ceylan, Mazlûm Rewşen jî bi enstrumanên xwe, tevlî stranên Hozan Mizgîn bûn.