Hovîtî û dagirkeriya dewleta Tirk li Swîsreyê hate şermezarkirin

Li gelek bajarên Swîsreyê bi çalakiyên bê îteatiya sivîl êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Efrînê hatin şermezarkirin.

Li gelek bajarên Swîsreyê bi çalakiyên bê îteatiya sivîl êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Efrînê hatin şermezarkirin.

BERN: Bi banga Platforma Berxwedanê ya Efrîn-Rojava zêdeyî 200 Kurdistanî û dostên wan li ber Parlmaenta Federal a Swîsreyê li hev civiyan û heta ber Sefaretxaneya Bilind a DYA meşiyan. Hevserokê NCDK-Swîsre Metin Mintaş li ber sefaretxaneyê axivî û destnîşan kir ku bêdengiya li pêşberî komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dike ne ya qebûlkirinê ye. Mintaş destnîşan kir ku heta êrîşên dewleta Tirk dewam bikin wê çalakiyên xwe li Ewropayê mezintir bikin. Kurdistanî wê îro saet 15'an il ber Konsolosxaneya Rûsyayê li hev bicivin.

BASEL: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Baselê dijîn, li balafirgeha Baselê çalakiya bê îteatiya sivîl kirin, bi pankart û dowîzan bal kişandin ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Efrînê. Kurdistaniyan bi saetan li balafirgehê çalakiya rûniştinê kirin û dirûşmên "Ewropa fînanse dike, Tirkiye jî komkujiyan dike", "Kujer Erdogan" û "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" qîriyan. Ji hêzên navneteweyî hate xwestin ku li dijî dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.

CENEVRE: Qadeke din a çalakiya bê îteatiya sivîl, balafirgeha Cenevreyê bû. Li vê derê jî wêneyên komkujiya li Efrînê hatin vekirin û bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî hate şermezarkirin.

ZURICH: Gelek kesên li balafirgeha Zurichê li hev civiyan, bi çalakiya bê îteatiya sivîl êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan şermezar kirin. Di çalakiyê de dowîzên "Efrîn bi tenê nîne" hatin hildan û li dijî dewleta Tirk dirûşm hatin qîrîn.

LUZERN: Kurdistaniyan tevî dostên xwe li ber avahiya Parlamenta Kantona Luzernê çalakiyek pêk anîn û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî êrîşkariya dewleta Tirk şermezar kirin. Çalakgeran dirûşmên "Erdoğan kujer e", "Tirkiye dikuje, Ewropa bêdeng e" qîriyan.

WINTERTHUR: Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê, Kurdistanî bi pêşengiya Platforma Berxwedana Efrînê li hev civiyan û bi meşekê êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin. Piştî meşê li stasyona trenê ya Winterthurê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û li ser êrîşkariya dewleta Tirk belavok hatin belavkirin.