Hollande: Yên li dijî DAIŞ’ê şer kirin, niha li wan tê xistin

Bi armanca balkişandina li ser êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a bi ser Efrînê Nûnerê Rojava yê Fransa Xalîd Îsa bi Serokkomarê berê yê Fransa Françoîs Hollande re civiya.

Xebatên dîplomatîk a Kurdistaniyên li Ewropa li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê didomin. Nûnerê Rojava yê Fransayê Xalîd Îsa bi Serokkomarê berê yê Fransayê Françoîs Hollande re civiya.

Piştî civinê Hollande daxuyanî da û got ku ew li ser gelek xalan sekinîne.

Hollande got ku rojeva sereke jî rawestandina êrîşên hewayî yên artêşa Tirk li dijî Efrînê ye û ji bo girtina qada hewayî ketine nava hewldanan e û wiha got; “Weke hûn jî dizanin, yên li dijî DAIŞ’ê têkoşiyan, di heman demê de alîkarî dane Koalîsyonê û di heman demê de li Reqayê alîkarî dane Ereban bûn. Di dema  min a serokkomariyê de têkoşîna me ya koalîsyonê ya li Sûriye û Irakê her tim em bi Kurdan re di nava têkiliyan de bûn. Îro jî em li ser vî tiştî sekinîn.”

Piştî Hollande, Îsa axivî û got ku di dema Kobanê de Fransa yek ji welatên yekem bû ku ji bo piştgiriya hêzên navnetewî ya ji bo Kobanê kete nava tevgerê.  Îsa diyar kir ku divê di heman demê de ev hesasiyat ji bo Efrînê jî were pêkanîn.