Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Hollandayê welatiyên xwe hişyar kirin: Tirkiye ne welatekî bi ewle ye

Rayedarên Hollandayê welatiyên xwe yên ku ji bo geştê biçin Tirkiyê hişyar kirin û got: “Tirkiye ne welatekî bi ewle ye.”

Wezareta Karê Derve ya Hollandayê nêrîna xwe ya di derbarê geştiyariyên li Tirkiyê de, li ber çav re derbas kir.

Rayedaran di derbarê Tirkiyê de welatiyên xwe hişyar kirin û diyar kir ku heke rejîma Erdogan rexne bikin wê bi metirsiyan re rû bi rû bimînin. 

Hollandayê diyar kir ku kesên bi Serokomarê Tirk re ne xwedî heman dîtin û nêrînê bin, dibe ku ji ber parvekirinên xwe yên tevna civakî bên destgîrkirin û dersînorkirin.

Di hişyariyê de hate gotin ku polîsên sînor telefon û komputera kesên ji bo geştê diçin Tirkiyê kontrol dike û belgeyên li dijî Erdogan û dewleta Tirk digere.

Lewre Hollandayê welatiyên xwe yên ji bo geştê biçin Tirkiyê hişyar kirin û metirsiyên ku pê re rû bi rû bimînin bibîr xistin.