Hollandayê ji ciwanên binçavkirî 37 serbest berdan

Hollandayê ji ciwanên binçavkirî 37 serbest berdan

Li Herêma Zeeland ya dikeve başûrê Hollandayê ji 55 ciwanên Kurd yên ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin, 37 ciwan hatin berdan, 9 jî sewqî daîreya biyaniyan kirin. Dê 9 kesên din jî sibe derxînin dadgehê. Dozgerî dixwaze 2 hefteyên din jî binçavkirina 9 kesan dirêj bike.

Di demjimêrên serê sibehê ya roja Duşemê de li gundê Elemeent ya Herêma Zeeland ya dikeve başûrê Hollandayê polîsan operasyon pêkanî bû 55 ciwanên Kurd binçavkiribûn, ji wana 37 kes îro di demjimêrên şevê de serbest berdan. 9 ji wana jî ji ber sedema ‘nasnameya derbazdar li gel tunebû’ sewqî polîsên biyanî kir. 9 kesên mijara gotinê yên radestî polîsên biyanî kirine, tê texmîn kirin ku dersînor bikin.

9 kesên din yên binçavkirî jî dê sibe derxînin dadgeha Rotterdamê. Dozgerî dixwaze 2 hefteyên din jî demê binçavkirina 9 kesan dirêj bike.

Ciwanên Kurd yên temenê wan di navbera 18-25’an de ji bo civînekî 5 rojî li gundê Elemeentê kombûyîn, di demjimêrên serê sibeha Duşemê polîsan de girtibû û 55 kes binçavkiribûn. Federasyona Komeleyên Kurd yên Hollandayê (FED-KOM) serdegirtina civîna çandî ya ciwanên Kurd ku serlêdana fermî hatibû kirin şermezar kiribû û xwestibû ciwan demek ji demekê zûtir bêne berdan. FED-KOM’ê bang li meqamên Hollandayê kiribû û gotibû, bila dest ji kampanyayên zextê yên li ser Kurdan berde û sadiqî zagonên xwe be.