Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiye-Elmanya (TUDAY) û Dibistana Perwerdeya Gel (Volkshochschule) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Kolnê, bi serenavê "Tirkiye ber bi ku ve diçe? Di bin siya şer, koça bi darê zorê û revê de mafên mirovan" panelek lidar xistin.
PROF. DR. ÇAGLAR: ERDOGAN XWEZIYA XWE BI HÎTLER TÎNE
Di panela ku moderatoriya wê rojnamevan Çîler Firtina kir de, Hîndekarê Zanîngeha Hîldesheîmê ya Elmanyayê Prof. Dr. Gazî Çaglar axivî. Prof. Dr. Çaglar diyar kir, polîtîkayên AKP'ê mercên Serdema Navîn tînin bîra mirovan û bal kişand ser zextên li akademîsyenan tên kirin.
Prof. Dr. Çaglar got, "Teşhîrkirina cesedên jinan li nava kolanan bi awayekî tazî, koçberkirina bi darê zorê ya 400 hezar mirovan û şerê ku niha diqewime, bi rengekî din nikare bê pênasekirin."
Prof. Dr. Çaglar da xuyakirin, ku şerekî navxweyî li Tirkiyeyê diqewime û got, "Komandoyên mirinê yên şandine Kurdistanê, wêneyan ji Serokkomar re dişînin. Serokkomar jî li ser vê yekê, yekser dibêje, 'xewyaran ji wan re bişînin'. Ev yek şîdeteke gelekî mezin a sembolîk e! Tiştekî dişibe Elmanya Hîtler. Hîtler jî xewyar şandibû ji komandoyên SS re û partiyên taybet organîze kiribû."