Hişyariya li çalakgeran û tendiristkaran

Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya hem girtiyên ku greva birçîbûnê û rojiya mirinê bidawîkirin û hem jî peywirdarên tendiristiyê li ser mijara xwarin û hewcehiyên tibî hişyar kir.

Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Halîs Yerlîkaya got, ‘’Piştî greva birçîbûnê ya domdirêj divê xwarin vexwarin hêdî hêdî bibe. Yek ji rêgeza sereke jî ew e ku çalakger bi carekê re xwarinên hişk nexwin.’’

Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirkiyê (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya têkilî rewşa tendiristiyê ya girtiyan û tiştên ku divê werin kirin agahî da. Yerlîkaya got greva birçîbûnê ya domdirêj li ser tendiristiyê talokeyên mezin çêdikin û got, bi lixweşikandinê hin rîskên jiyanî rûdidin. Yerlîkaya got pêvajoya piştî bidawîbûna grevê divê baş were şopandin û got, ev pêvajo divê bi daneyên zanistî were rêveberin, ji bo ku rewşa tendiristiyê ya girtiyan baş bibe tekane rêya ku divê were şopandin ev e. Yerlîkaya got heke li gorî daneyên zanistî tevnegerin, xwarin vexwarin dikare rîskan çêbike û divê li vê guhdar bin.

GELEK GILÎ ÇÊBÛN

Yerlîkaya diyar kir piştî bidawîbûna grevê hem ji TTB’ê û hem jî ji doktorên din û parêzeran wan komek çavdêriyê ava kirine û gelek gilî tene kirin ku ne li gorî algorîtmayên diyar diçin. Yerlîkaya li ser Amedê got, ‘’Di serî de yên di rojiya mirinê de, 36 girtî rakirin nexweşxanê. Îro ew ji nexweşxanê derxistin. Dema ku birin nexweşxanê derb li wan dabûn û li ser nivînan hatibûn kelepçekirin. Bi navbeynakariya me û parlamenteran ev rewş hate rastkirin.’’

ZEXT LI SER DOKTORAN HEYE

Yerlîkaya got bi ekîbeke ji Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê mieyeneya girtiyên li girtîgeha Tîpa D û T’yê hatiye kirin û got, ‘’Di nav van de yên ku diviya li nexweşxaneyê bihatane tedawîkirin ew birin nexweşxanê. Her wiha rewşa hemûyan hate kontrolkirin. Li vir pêvajo bi vî rengî bû lê em dizanin ku li tevahiya Tirkiyê problem hebûn. Bi rêya maseya krîzê ya ku hatî avakirin, em pê hisiyan ku li hin deveran dema ku ji girtîgehê birine nexweşxaneeyan, bi rêya rîngê ew mirine. Bi saetan ew kelepçe kirine û di rîngê de hatine hiştin. Her wiha em dizanin ji bo ku li nexweşxaneyê neyên tedawîkirin zext li ser doktoran hatiye kirin. Me got tekili rêveberiyên girtîgehan ku li gorî algoritmaya me pêşbiniya wê kirî, tevnegeriyan e em ê pêvajoya yasayî bidin destpêkirin. Me ji doktoran re jî got, rêgezên gerdûnî û etîk çi hewce dikin divê li gorî wê em tevbigerin.’’

 ‘DIVÊ LI GORÎ BERNAMEYA KU PÊŞNIYARA WÊ KIRIYE BIÇIN’

Yerlîkaya got her kesek li gorî rewşa taybet divê were nirxandin, li gorî kîloyên girtî yên bere, nexweşiyên wan ên niha çi ne, dema greva birçîbûnê vîtamîn standine yan ne, şertên gritîgehê çi ne, li gorî vê divê kontrola wan were kirin û diyar kir, heke ev neye kirin, di nav wan de, ew dizanin ku hin jê rewşa tendiristiya wan ne baş e û dikarin zû enfeksiyoan wan bigire. Yerlîkaya got ji bo ku dîsa werin ser kîloyên xwe yên bere ev demek dirêj difvê were şopandin û wan çavêrî kirine ku asta vîtamînê li cem hemûyan jî kêm e. Yerlîkaya her wiha diyar kir divê hin mamayên ku enerjiye didin divê bidin gritiyan. Yerlîkaya diyar kir li girtîgehan divê lîsteyên diyete yên ku li gorî algorîtmayê ku wan pêşniyar kiriye tevbigerin. Yerlîkaya got, ‘’Piştî greva birçîbûnê ya domdirêj divê xwarin vexwarin hêdî hêdî be. Yek ji rêgeza sereke jî ew e ku çalakger bi carekê re xwarinên hişk nexwin.’’

DIVÊ HÊDÎ HÊDÎ BIXWIN

Yerlîkaya bi domdarî got divê girtî di danan de ku wan jê re danen sereke û navbeynê gotin, gelek caran bixwin lê her carê hindikî bixwin û xwe ji şêkir dûr bigirin, ji şekirê çayê, loqim, rîçal û dimsê dûr bigirin. Yerlîkaya got divê bêhtir çaya zelal, komposto, dew, ava fêkî vexwin, her wiha muhallebi û şorbeyê vexwin. Ji xwarinên qelandî û izgarayê bêhtir, xwarinên kelandî bixwin. Yerlîkaya diyar kir divê ji xwe xwarinên ku gazê çêdikin, yên şor û biharata wan zêde jî girtî dûr bimînîni û vîtamînên xwe jî bistînin, sere 3 mehan divê kontrola wan were kirin.

REWŞÊN NEYÊNÎ DIVÊ JI ME RE WERE VEGOTIN

Dr. Yerlîkaya herî dawî got çalakgeran di pêvajoya tedawiyê de divê problemên bi xebatên tendiristiyê re bi rêya parêzer an jî malbatan re bigihînin odeyên tabînan, sendîkayan û got, ‘’Ji ber ku biya me ji destpêka vê pêvajoyê ve me hişyariyên hewce li xebatkarên tendiristiyê kirine. Ji bo vê biya me şêwaze me hişyarker e. Ji bo vê jî heke doktor an jî xebatkarên tendiristiyê kêmasiyek kiribin divê ev werin gotin, ji bo ku pratîkên wiha dubare nebin ev girîng e. Herî dawî em dîsa dibêjin divê pêvajoya xwarin û vexwarinê baş were rêvebirin. Heke problemek hate jiyîn jî divê serî li saziyên tendiristiyê bidin.’’