Hîroşîma di 68’emîn salvegera xwe de hat bibîranîn
Hîroşîma di 68’emîn salvegera xwe de hat bibîranîn
Hîroşîma di 68’emîn salvegera xwe de hat bibîranîn
Kesên li bajarê Hîroşîma ya Japonyayê ku di encama avêtina bombeya atomê ya Amerîkayê di dema şerê duyemîn yê Cîhanê de avêt, di 68’emîn salvegera xwe de hatin bibîranîn.
Li Parqa Aştyê merasîma bîranînê pêk hat û 50 hezar kes tevli bûn. Ji 60 welatî zêdetir nûner tevli bîranînê bûn. Merasîm piştî lêdana çandê bi rêzgirtinê dest pê kir û kulîlk danîn ber abîdeya Hîroşîma Ebedî Alev.
Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe di merasîmê de axivî û diyar kir ku ji bo cîhaneke bê amûrên nukleerê çi ji destê wan tê dike û got ji bo ev felaket careke din dubare nebe, dê prensîbên xwe ji çekên kîmyewî paratinê her dim biparêzin.
Abe da zanîn ku ew netewa ku yekane bi bombeya atomê ya şer hatine lêdan û got ji bo ji çekên nukleerê xwe biparêzin divê hewl bidin.
Di encama avêtina bombeya atomê ya ku ji aliyê DYA’yê ve hat avêtin de 140 hezar kes mirin.3 roj piştî vê êrîşê bombeya atomê ya duyemîn avêtin Nagazakî. Hejmara miriyan 360 derbas kir.