Hiqûqnasan destek dan pêşniyara 'bingeha qanûnî'
Hiqûqnasan destek dan pêşniyara 'bingeha qanûnî'
Hiqûqnasan destek dan pêşniyara 'bingeha qanûnî'
Hiqûqnasan piştgirî dan pêşniyara "siparte û bingeha qanûnî" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Doç. Dr. Vahap Coşkûn got, "Ev pêşniyar dê pêvajoyê xurt bike. Mafdar û rewa ye." Prof Dr. Mîthat Sancar jî got, "Pêvajo êdî hatiye nuqteyek girîng. Mijarên tenik dê bên ser masê; teqez hewceye siparte û bingeha qanûnî bê amadekirin." Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî jî got, "Ez daxwaza Birêz Ocalan di cih de dibînim. Ji bo pêvajo bi selametî bimeşe, divê ev daxwaz bicih were anîn."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya heyeta BDP-HDP'ê pêşniyar kiribû ku ji bo pêvajoya çareseriyê siparte û bingeheke qanûnî bê avakirin. Ocalan piştî ku hişyariya "pêvajo li ser pira siratê ye" kir, ev pêşniyara xwe anîbû ziman.
Hiqûqnasan ji ANF'ê re nirxandin kirin û destnîşan kirin ku ji bo mayîndebûna pêvajoya çareseriyê, afirandina navgînên qanûnî şert e.
DOÇ. DR. COŞKÛN: BINGEHA QANÛNÎ DÊ BEŞDARIYA CIVAKÊ JÎ HÊSAN BIKE
Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vahap Coşkûn got, "Avakirina bingeha qanûnî dê pêvajoya çareseriyê xurt bike. Lewma bi dîtina min ev daxwaz mafdar û rewa ye."
Doç. Dr. Coşkûn diyar kir ku serbestberdana girtî û hikumxwarên nexweş jî dê civakê rehet bike û got, "Di heman demê de ji bo serbestbedana parlamenterên girtî jî, divê sererastkirin werin kirin. Pêwîste gotina 'teror' a di Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) û Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) were guhertin û bi taybetî yên ji doza 'KCK'ê tên ragirtin bên berdan. Sererastkirineke qanûnî ya di vî warî de wê bandoreke erênî li pêvajo û civakê bike."
Doç. Dr. Coşkûn gotina "dê yên li çiyê dakevin, yên girtîgeh vala bibin" ku Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe ya li Amedê de bikar anî bibîr xist û got, "Bêguman ev gotin baş e, rast e lê ji bo bicihanîna vê hewceye tedbîrên qanûnî bên stendin. Eger armanc pêkhatina van gotinan be, hingî pêwistî bi tedbîrên qanûnî heye."
'DIVÊ REWŞ Û ŞERTÊN OCALAN BÊN GUHERTIN'
Doç. Dr. Vaha Coşkûn anî ziman ku divê rewş û şertên Ocalan tê de ye bên guhertin û ji bo gava yekemîn a di vê mijarê de jî ev pêşniyar li hikûmetê kir: "Hevdîtina bi heyeta BDP'ê de divê hîn bêtir rêkûpêk û periyodîk be. Mafê qanûnî yê hevdîtina bi parêzeran re ji xwe tê astengkirin, pêwîste ev astengî bê rakirin. Derfet werin afirandin da ku heyetek ji rojnamevanan an jî Heyeta Mirovên Aqilmend bi Ocalan re hevdîtinê bike. Bi vê yekê re, bê navbeynkar emê nêrînên Ocalan ên der barê pêvajoyê de yekser hîn bibin. Ev yek dê gavên xurtkirina siyasetê bin. Di warê hiqûqî de astengî nîne; destûra Wezareta Edaletê dikare têrê bike."
PROF. DR. SANCAR: PÊVAJO HATIYE NUQTEYEKE GIRÎNG; BINGEHA QANÛNÎ ŞERT E
Hîndekarê Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Mîthat Sancar jî got, "Destpêkê ez di wê bawerim bûm ku bêyî sererastkirina înformal, qanûnî pêvajo dikare bimeşe. Lê piştî ku pêvajo bi pêş ve çû pirsgirêkên giran xwe dan nîşandan û ji bo çareserkirina van jî bingeheke saziyî û qanûnî şert e."
Prof. Dr. Sancar ev xal destnîşan kir: "Di destpêkê de pêkneanîna guhertinên qanûnî dikare ji aliyekî ve were fêmkrin. Lê belê pêvajo hatiye nuqteyeke girîng; mijarên tenik û zirav dê li ser masê bên nirxandin, nîqaşkirin û ji bo çareseriya van pêwistî teqez bi bingeheke zanûnî heye. Em Oslo bînin bîra xwe; Li Oslo nîqaşa herî girîng ew e ku kê mase hilweşandiye. Ji ber ku di navberê de rewşeke saziyî qanûnî nîne, ti delîl û derfetên ku îdîayê aliyan piştrast dike, li holê nîne. Ji bo ku di dema pêş de di rewşeke bi vî rengî ya li hevnekirinê derkeve holê de, em careke din rastî vê kêmasiyê neyên, pêwistî bi bingeha qanûnî heye."
Prof. Dr. Sancar ragihand ku pêwistî bi heyet û saziyan heye û hewceye ev jî li ser bingeh, siparteyeke qanûnî bên rûniştandin. Prof. Dr. Sancar diyar kir ku Heyeta Mirovên Aqilmend bingeha qanûnî nîne û anî ziman ku ev yek bi lihevkirineke sergirtî ya herdu aliyan ava bûne û wiha peyivî: "Erka wan, garantiya wan, di mijara rola wan a di pêvajoya dema pêş de, ti zelalî û erkdariyan nîşan nadin. Lê eger heyetekê bê avakirin divê bi hikûmetê ve ne girêdayî, bi Meclîsê re bi awayekî koordîneyê bixebite û hikûmet jî di nav de be."
'DIVÊ WEZARETÎ SERERASTKIRINÊ BIKE; OCALAN KARIB BI RÊXISTINA XWE RE HEVDÎTINÊ BIKE'
Prof. Dr. Sancar da zanîn ku erka "Komîsyona Çareseriyê" ya li Parlamentê jî têrker nîne û diyar kir ku diviyabû ev komîsyon biba parçeyek ji vê pêvajoyê. Prof. Dr. Mîthat Sancar da xuyakirin ku lingê herî girîng ê pêvajoyê li Îmraliyê ye û got, "Divê Wezareta Edaletê derfetan sererastkirin û guhertinan bike ku Ocalan karibe yekser bi rêxistina xwe re hevdîtinan bike. Derfet dikare were afirandin ku bi rêkûpêk hevdîtin werin kirin."
"Eger hikûmet vîna xwe nîşan bide, gelek sazî û şêweyên sererastkirinê hene. Ezmûnên welatên din jî li ber çavan dikarin werin girtin. Mesela li Kolombiyayê rê û rêbazên rêveçûna pêvajoyê hene. Mînakên Efrîna Başûr hene."
SEROKÊ BAROYA ŞIRNEXÊ ELÇÎ: GEFA DADGERIYÊ YA FÎDAN LÊ RAST HAT, RAYEDARÊN DIN TIRSAND
Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî jî da xuyakirin ku ew pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo bingeha qanûnî di cih de dibîne û got, "Ji bo rêveçûna pêvajoyê siparte, bingeha qanûnî divê. Weke ku tê zanîn, di destpêka pêvajoyê de gefa dadgeriyê ya Hakan Fîdan lê rast hat, rayedarên dewletê di hin waran de tirsand. Eger bingeh neyê avakirin, dê her kes bi tirs nêz bibe û kesê xwedî li pêvajoyê dernekeve. Ji bo destekkirina pêvajoyê, girîngiya vê pêşniyarê eye. Divê rayedar hîn bêtir wêrek bin. Ji bo qezayên gengaz rû nedin û afirandina baweriya herdu aliyan, ev yek girîng e. Pirsgirêka herî girîng, pirsgirêka meşandina pêvajoyê bi giranî ye; bêbaweriya 90 salan e. Divê di nava Kurdan de bîr û bawerî were biafire ku desthilatdarî û dewlet biryardar e."
Parêzer Elçî ragihand ku divê Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê bi temamî bê guhertin û got, "Pêwîste madeyên ceza yên antî demokratîk, ne qanûnî yên di rewşa şer de hatin derxistin, bên guhertin. Ya herî dawî û girîng avakirina destûra bingehîn a siyasî ye."
'JI BO HEYETÊN DIÇIN DIVÊ GUHERTIN WERIN KIRIN'
Parêzer Elçî, ji bo heyetên diçin bi Ocalan re hevdîtinê dikin xwe venegirin divê guhertin werin kirin û got, "Rêziknameya Rêveberiya Girtîgehê dikare bê guhertin. Ev yek ji aliyê Desteya Wezîran ve dikare wre kirin. Ji bo Birêz Ocalan karibe hîn aktîf be, pêwîste şert û mercên wî bên başkirin. Bêguman dê bi heyetên BDP'ê re hevdîtinan bike, lê divê bi vê yekê sînorkirî nemîne; Divê karibe bi rewşenbîrên Tirk, rewşenbîrên li ser mijarê hûr dikolin, rêxistinbûyînên siyasî re rûnê. Pêwîste karibe bi heyetên ji AKP'ê, ji CHP'ê, rewşenbîrên Kurd ên ne li Meclîsê re hevdîtinê bike. Fikir, tez-antîtez-sentez bi hev re çê dibin; ji bo vê qadeke nîqaşê hewce ye û divê Birêz Ocalan karibe vê mijarê bi her kesî re nîqaş bike."