Ji Parêzerên Baroya Amedê Şivan Cemîl Ozen têkildarî polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê û grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ji ANF'ê re nirxand.
Ozen bal kişand ser girîngiya pênasekirina tecrîdê û got, "Tecrîd pêvajoyeke îzolasyonê ye, êşkenceya qutkirina ji jiyanê ye. Tecrîd sîstemeke welê ye ku mirovan ji her cûre hestên manewî qut bikin."
Ozen destnîşan kir ku nepêkane şert û mercên heyî yên tecrîda li Îmraliyê bê qebûlkirin û got, "Mirov hebûneyeke civakî ye. Pêwendiya tecrîdê jî bi bandora Birêz Ocalan a li ser civakê heye. Ew weke aktorekî siyasî tê dîtin. Miroveke ku bi milyonan mirovî gotine îradeya min e, rêberê min e. Ev yek jî ne tiştekî bi dilê avaniya heyî ya hiqûq û siyasî ye. Rola bi bandor a Birêz Ocalan di pêvajoya çareseriyê de, her wiha bandor û bersiva xwe ya siyasî hin derdor aciz kir. Nêzîkatiya heyî jî hiqûqî nîne, lê siyasî ye."
'CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ REWA NÎNE'
Ozen anî ziman ku qebûlkirina rejîma Îmraliyê li dijî hiqûqê ye û wiha dewam kir: "Di qanûnên navborî de eger mirovek bê cezakirin, hingî ji ber civakîbûna wî mirovî, mafên xwe yên xwezayî hene. Mafê mirov heye ku malbat û parêzerên xwe bibîne. Mafên xwe yên wergirtina rojname û pirtûkan heye. Li gel vê yekê, çima destûr nayê dayin ku hevdîtin bi Ocalan re bê kirin. Nahêlin ku bi telefonê jî pê re biaxivin. Di bersivên ji bo serlêdanên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de ev rewş eşkere dibe. Cezayên dîsîplînê yên tên dayin rewa nîne, hiqûqî qet nîne. Dİ nava vê pergalê de jî pêwîstiya her kesî bi hiqûqê heye. Yek ji xalên bingehîn ên ku divê bala mirovan li ser be ev e."
'BERPIRSYARÊN SÎSTEMA ÊŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ WÊ ROJEKÊ HESAB BIDIN'
Parêzer Ozen destnîşan kir ku divê rejîma li Îmraliyê ji holê bê rakirin, hiqûq bi her awayî lê bi cih bê anîn û got, "Biryarên ku heta niha li Îmraliyê hatine wergirtin û bicihanîn li asta hiqûqî di çarçoveya êşkenceyê de ne. Dem di ser êşkenceyê re derbas nabe, lê belê bi mirinê bi encam dibe. Yên ku li Îmraliyê li dijî hiqûqê tevdigerin, sibe yan jî demeke bê wê teqez derkevin pêşberî dadgeriyê. Ji aliyê hiqûqî ve nepêkane ku ev sîstem bê qebûlkirin."
'REWA NÎNE, NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Ozen got, "Divê pratîka rejîma Îmraliyê û belavkirina nûçeyên li ser tenduristiya wî, di çarçoveya heman mejî de bê nirxandin, ji hev cuda nîne. Hewldana ji bo provokekirina civakê ye, tehrîkkirina civakê ji bo kîn û dijminatiyê ye. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ragihand ku di vê mijarê de dest bi lêpirsînê kirine, lê belê ne li dijî yên îdîa kirine, lê li hemberî yên ku fikarên xwe anîne ziman dest bi lêpirsînê kirine. Ev cihê fikaran e. Divê yên ku îdîayên 'mirinê' belav kirine tavilê bên eşkerekirin û darizandin. Berê jî dema ku ev îdîa dihatin kirin, cidî nedidîtin. Ev îdîa civakê dixe nava fikaran. Astengkirina hevdîtina Birêz Abdullah Oaclan bi parêzeran re rewa nîne, nayê qebûlkirin."
GREVA BIRÇÎBÛNÊ ÇALAKIYEKE ŞERMEZARKIRINÊ YE
Ozen anî ziman ku greva birçîbûnê ew çalakî ye ku girtiyek herî dawî bixwaze bike û got, "Greva birçîbûnê çalakiyeke şermezarkirinê ye, di çarçoveya azadiya îfadeyê ye. Divê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê ku 120 roj in di çalakiyê de ne bên qebûlkirin û tavilê destûr bê dayin ku Abdullah Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne. Her hêzên demokratîk û dilxwazên demokrasiyê divê balê bikişînin ser qedexekirina hevdîtina parêzer-malbatê. Ji bo daxwaza mafên demokratîk em neçar in têbikoşin. Dînamîkên bajêr, partiyên çep-sosyalîst, rêxistinên civakî yên sivîl ji bo bidawîkirina vê rewşê divê bi berpirsyarî tevbigerin."