Hindik ma ye artêşa Sûriyeyê bigihêje Babê
Hat ragihandin, 1.5 kîlometre ma ye artêşa Sûriyeyê bigihêje bajarê Babê.
Hat ragihandin, 1.5 kîlometre ma ye artêşa Sûriyeyê bigihêje bajarê Babê.
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, rejîm bi desteka Rûsyayê li herêma Babê 'gelekî bi pêş ve çû ye'.
Hêzên rejîmê û tifaqên wê, gundekî li nêzî bajêr kontrol kirin. Li gorî saziya çavdêriyê, di navbera bajêr û artêşa Sûriyeyê de 1.5 kîlometre ma ye.
Operasyona ji bo kontrolkirina herêma Babê, beriya niha bi demeke kin dest pê kiribû. Hêzên rejîmê roja Duşemê ji başûr ve bi pêş ve çû û rêya stratejîk a di destê çeteyên DAIŞ'ê de bû, girtin. Bi vî rengî bajar bi temamî hat dorpêçkirin.
Li aliyekî Babê hêzên Tirk û komên wan hene. Artêşa Tirk bi mehan e hewl dide vî bajarî kontrol bike, lê dike nake nikare bi pêş ve biçe. Rojên În û Şemiyê, herî kêm 10 leşkerên Tirk mirin û zêdeyî 20 leşker birîndar bûn. Tê gotin, ev êrîş ji aliyê artêşa Sûriyeyê û hêzên hewayî yên Rûs ve hatine kirin. Artêşa Tirk di 24'ê Tebaxê de dest bi operasyona dagirkeriyê kiribû. Armanc ji vê dagirkeriyê jî, pêşîgirtina li destketiyên Kurdan e.