Hilbijêrên Kocaeliyê: Em ê 2 parlementerên HDP'ê bişînin meclîsê

Kesên ku tevlî mîtînga HDP’ê ya li Kocaeliyê bûn, diyar kirin ku ew ê vê desthilatdariyê hilweşînin û teqez divê ji Kocaeliyê 2 parlementeran derxînin.

Mîtîngên HDP’ê yên hilbijartinê bênavber didome. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî hat Kocaeliyê û girseyeke qelebalix ew pêşwazî kir. Sezaî Temellî beriya were mîtîngê çû serdana Hevserokê bajêr ê HDP’ê yê Kocaeliyê Şabettîn Işık ê ku roja pênçşemê li Degîrmendereyê di êrîşa faşîstan de birîndar bûbû. Temellî diyar kir ku di dema êrîşê de polîs heke hestiyar tevbigeriya ew ê êrîşeke wisa pêk nehata.

http://anfnews.tv/files/1500-kocaeli-kararl-2-milletvekili-ckaracagz.mp4

Keça Şabettîn Işik ê ku birîndar bûbû, Evîn Işık diyar kir ku HDP ew ê bi 80 parlementeran têkeve meclîsê û bendewariya gel ev e ku rêjeya dengan 13-14 ji sedî ye.

‘DI VÊ HILBIJARTINÊ DE EM Ê DESTHILATDARIYÊ HILWEŞÎNIN’

Qada mîtîngê têra xwe qelebalix e. Li qadê hilbijêr diyar dikin ku ew ê desthilatdariya heyî hilweşînin û hedefa wan ev e ku HDP li Kocaeliyê 2 parlementeran bişîne meclîsê.

Hilbijêrekî li qadê got ku, “Li vê derê êrîşî me kirin, lingê hevserokê me yê bajêr şikandin. Lê em ê li hemberî van zextan stûyê xwe xwar nekin û em ê xwedî li sindoqan derkevin.

Hilbijêreke din jî diyar dike ku ev hilbijartin ne adil e  û got, “Wekî ku tenê namzetek hebe, li her derê tenê afîşên kesekî heye. Li her derê afîşên wî kesî heye. Ji ber vê jî ev hilbijartin ne adil e.”