Hilbijêrên CHP’ê yên li Swîsreyê: Dengek ji HDP’ê re yek ji Înce re

Li Swîsreyê gelek hilbijêrên CHP’ê yên ku ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê diçin ser sindoqê ji bo serokkomariyê dengê xwe didin Mûharrem Înce û ji bo parlementeriyê jî dengê xwe didin HDP’ê.

Ji bo hilbijartina di 24’ê Hezîranê de ya serokkomarî û parlementeriya serdema 27’an li gorî qeydên Saziya Bilind a Hilbijartinê li Swîsreyê 94 hezar û 32 hilbijêrên qeydkirî hene. Di roja duyemîn a dayîna dengan de li Zurîh, Cenevre û Bernê hilbijêr dengê xwe didin.

Roja duyemîn a dengdayînê li gorî roja yekemîn aram e û gelek hilbijêrên CHP’ê yên diçin ser sindoqan ji bo hilbijartina serokkomariyê dengê xwe didin Mûharrem Înce û ji bo parlementeriyê jî dengê xwe didin HDP’ê.

‘EM CHP’YÎ NE LÊ EM DENGÊ XWE DIDIN HDP’Ê’

Malbata Onûr a ku 5 dengên wan hene û li Zurîhê dengê xwe dane, diyar kirin ku wan heta îro her dem dengê xwe dane CHP’ê lê di vê hilbijartinê de ji bo ku HDP bendê derbas bike wan ji bo hilbijartina serokkomariyê dengê xwe dane Mûharrem Înce û ji bo parlementeriyê jî dengê xwe dane HDP’ê.

Ji malbata Onûr, Bûrcû Onûr got ku, “Ez CHP’yî me lê min dengek da Înce û yek jî da HDP’ê. Ji bo aştî û azadiyê em HDP’ê ji bîr nekin”

Bûrak Onûr jî got ku, “Ji bo rojên xweş û azad min dengê xwe da HDP’ê” û bang li hilbijêrên CHP’ê kir ku dengê xwe bidin HDP’ê

‘HILBIJÊRÊN LI BERNÊ DENGÊ XWE DIDIN HDP’Ê’

Li bajarê Bernê yê Swîsreyê jî hilbijêr bêtir dengê xwe didin HDP û namzetê wê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş.

Hin hilbijêrên ku piştî dengdanê ji ajansa me re axivîn û ev tişt gotin:

Ayşe Guneş:

Min denge da Demîrtaş, dengek da çandina darekê. Ji bîr nekin, şaş nebin, netirsin û bi cesaret bin.

Gulîzer Ûzûndere:

Ji bo siberoja Tirkiyeyê min deng da HDP’ê û Demîrtaş. Li Pirsûsê mirovên bê guneh hatin qetilkirin. Ji bo dawîkirina dîktatoriya AKP’ê min dengê xwe da HDP’ê. Ji bo biratiya gelan min got HDP.

Haci Sarûhan:

Min dengê xwe li dijî zilmê bikar anîn, dengê min ji bo HDP’ê û Demîrtaş e. Em şehîd û Efrînê ji bîr nakin. Tişta ew dikin li dijî mirovahî û Misilmaniyê ye. Em tişta ku wan kirî em qet ji bîr nakin.

Zehra Ozalp:

 Me dengê xwe bikar anî. Divê hemû dengdêrên li Swêdê dijîn biçin dengên xwe bikar bînin.

Firat Taylan Yilmaz:

Ji bo siberoja Tirkye û dahateke pêşverû, divê hemû ciwan biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin. Dengek bide HDP’ê û dengek bide Demîrtaş.

Înce Yildirim, Hurriyet Zincîrkiran

Li Bernê dengdan dom dike. Ji bîr nekin herin ser sindoqan dengê xwe bikar bînin û dengek bidin HDP’ê û dengek bidin Demîrtaş.

Nazli Çîftçî:

Ji bîr nekin dengek dikare biguhere, ji bo vê divê her kes însyatîfa xwe bikar b îne û biçe dengê xwe bikar bîne. Divê li gel bikaraîna dengan xwedî li dengên xwe jî derbikevin.