Hikumetê paşde gav avêt
Hikumetê paşde gav avêt
Hikumetê paşde gav avêt
Roja duweme li Taksîmê pevçûn didomin, Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikumetê Bulent Arinç daxuyaniyek da û got; “biryara dadgehê ya rawestandina bînasaziyê dicihê xwe de ye. biryarek raste. Pêwîste îrade jî guh bide biryara dadgehê.” Arinç di derbarê bigiştî dest ji projeyê berdan axaftinek nekir û got, ji ber ku pêşketinên heyî şaredarî û Wezareta Çandê “baş nedaye fêmkirin” pêwîste lêborînê ji gel bixwazin.
Piştî ku xwepêşandanên li dijî projeya xirab kirina Parka Gezî deng vedan tevayî welat û qada navnetewî, Berdevkê Hikumetê Bulent Arinç daxuyaniyek da.
Arinç li Bûrsayê li Serokatiya Bajar ya AKP’ê têkildarî rojevê civînek ya çapemeniyê pêkanî û got: “Li dijî qada şîn ya Stenbolê bibe AVM derketin. Pêwîste bên textîr kirin. Birastî jî kesên dixwestin bibin asteng, samîmî û hişyar hebûn, lê hinek kes ketin nav van mirovan û vegerandin protestoya lidijî hikumetê û heta giha pevçûnan. Ev jî yek jî xeletiyane. Pêwîstbû hişyariya li hember derdorê negihaba xala zirar dayîna mirovan. Xwezî berteka ku mirovên şiyar nîşandayî nevegerîba êrîşa li hember hêzên ewlekariyê. Dîmen dîmenên xirab û nebaşin. Yên di van xwepêşandanan de zirar dîtîn mirovên me yên li hember derdorê şiyarin. Ez gelek pê êşiyam û dibêjim silametî be. Piştî ku hinek kesên provokator ketin nav wana bûyer vegerandin cihek din û bûyer mezin bûn.”
POLÎS FERMANÊN KU GIRTINE PÊKTÎNE
Arinç parast ku sûcdarkirina polîsên tundî pêkanîne neraste û diyarkir ku, “Hûn dikarin polîsan sûcdar bikin, lê neraste. Polîs erkdare. Fermanên ku girtine pêktîne. Dema ku êrîşek fîîlî pêkhat, neçare ku derfetên di dest de heyî bikarbîne. Wezareta Navxwey jib o ka di dema bûyeran de tundî hatiye bikaranîn yan na lêpirsîn daye destpêkirin.”
Gelek rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û saziyên navnetewî daxwaz kiribû ku, di derbarê polîs û rayedarên berpirsyartiya wan di van bûyeran de heyî lêpirsîn bê destpêkirin û ceza bêdayîn.
Arinç destnîşan kirk u, biryara dadgehê di cihê xwe de ye û wiha berdewam kir, “6’mîn dadgeha îdareyeê biryara rawestanê daye. Ez biryara dadgehê di cih de dibînim. Hikumet jî neçare guh bide vê biryarê. Li vir çi çêdibe? Herî kêm ji civakê re baş bê vegotin. Ji her serekê dengek dernekeve. Gelo AVM dê bê çêkirin? Dê rê bê fireh kirin? Yan jî dê tiştek din bê çêkirin? Weke Wezîrê Daristanê gotî, ma dê dar ji binî bên derxistin li cihê wan hezaran dar bêne çandin. Van mijaran pêwîste bi awayek rihet û hizûr ji gel re vê vegotin û bên îqna kirin.”
TAKSÎM BI REYHANLIYÊ VE GIRÊ DA
Arinçê ku dibêje, “Ger xeletiyek hatibe kirin, dikare ji xeletiyê bizivirin. Ger xelet fêmkirin hebe, dikarin îzah bikin” û wiha got; “Pêwîste li hember kesên ku tiştên wisan firsend dibînin û dikevin nava mirovên niyet baş de û hewil didin zirarê bidin hikumetê şiyar bin. Ev bûyer dikare li cihekî din bi awayek cûda bên plankirin. Tê xwestin Tirkiyeyê bikin welatekî ji provokasyona re vekirî. Yên ku li Reyhanli, Cîlvegozu rûdayîn ev bûn. Pêwîste ku em bizanin li pişt hinek bûyeran provokasyonên sîxuran hene. Baweriya me bi hişyarbûna gel heye, em bawer dikin ku gel dê hesastir nêz bibe.”