Hikûmeta Tirk bi tekonolojiya Kanadayê li dijî Kurdan sixûrtiyê dike

Koma Cîtîzen Lab a ku li ser înternetê parastina gel dike diyar kir ku Tirkiye bi taybet ji bo ku YPG’ê bişopîne teknolojiya Kanadayê bikartîne.

Ji bo xebatên sîxûrtiyê alava PacketLogic a firmaya Procera a girêdayî şîrketa Fremont a Kalîforniyayê hatiye bikaranîn. Şîrketa ku qala wê tê kirin beriya demekê tora Sandive ya Kandadayê bikartanî. Li gorî rapora roja Înê hate weşandin, Tirkiye tevayî sînorê Sûriyeyê yên ku înternetê bi kartînin bi asya materyala bîlgîsayara girêdayî şîrketa Kandayê şopandiye.

Li gorî raporê hêzên Kurd di hedefa xebatên sîxûrtiyê de ye. Alava sîxûrtiyê girêdayî rêveberiya şîrketa tora Sandwîne ya Kanadayê ye. Ev şîrket jî girêdayî Francîsko Partners a Amerîkaye.

Beriya ku rapor were weşandin şîrketa Sandwîne diyar kir ku kesên ev teknolojî ji derveyî qanûna bikar aniye, lêpirsin vekirine û destnîşan kir ku Cîtîzen Lab hemû agahiyên di destê xwe de parvenake. Sandwîne diyar kir ku piştî ku hemû agahî komkir û piştî ku lêpirsîn temam kirin wê bikeve nava tevgerê.

SÎXÛRTÎ BI OPERASYONA HACKER Ê HATE EŞKERE KIRIN

Cîtîzen Lab diyar kir ku sîxûrtiya ku dewleta Tirk dike bi operasyoneki hackerê derxistine holê. Di encama vê xebatê de xebatên sîxûrtiyê yên ji derveyî qanûna li Edene, Hatay, Dîlok, Amed û heta Enqereyê dirêj dibe. Hate ragihandin ku xebatên sîxûrtiyê heya Misir û herêmên sînor yên dikevin bakurê Sûriyeyê diçe.

SÎXÛRTÎ LI SER TURK TELECOMÊ TÊ KIRIN

Nivîskarê giştî yê raporê Bîll Marczak diyar kir ku teknolojiya Kanadayê parçeyek ya tora Turk Telecom e.

Marczak got ku hinek hedef kesên girêdayî YPG’ê ne.

Kovara Forbes di sala 2016’an de di nûçeyekê de ragihandibû ku 6 endazyarên şîrketa Procera diyarkirîbûn ku li cihê ku teknîka xwe ya sîxûrtiyê bifiroşin rejîma Tirk îstifaya xwe dane.