Hikûmeta nû ya Merkelê ji bo Tirkiyeyê li ‘riya hevbeş’ geriya!
Hikûmeta nû ya Merkelê ji bo Tirkiyeyê li ‘riya hevbeş’ geriya!
Hikûmeta nû ya Merkelê ji bo Tirkiyeyê li ‘riya hevbeş’ geriya!
Di navbera partiya serokwezîra Alman Merkel CDU û SDP’ê de koalîsyona mezin pêk hat û her wiha di metna lihevkirina hikûmetê de pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Tirkiyeyê jî cih digire. CSU li dijî endamtiya Enqereyê derket û bi îtîraza CSU’yê re şert hat danîn ku Tirkiye ‘Reforman pêk bîne’
Di navbera Partiya Yekitiya Demokratên Xiristiyan (CDU) û Partiya Demokratên Sosyal de (SDP) de ev bi hefteyane baza koalîsyonê didome û rojek berê bi encm bû. Hevdîtinên 18 saetan berdewam kir, piştî tura dawî ya hevdîtinan peymana koalîsyonê li ser navê CDU û CSU’yê Angela Merkel û Horst Seehofer û li ser navê SDP’ê jî Sîgmar Gabrîel dabû nasandin.
Piştî SDP’ê peymana koalîsyona erê kir, Merkel dê ji bo dema sêyemîn bibe serokwezîr. Dîsa nehat zelalkirin ku di kabîneyê de kîjan nav cih bigirin. Bi guherîna ku di qanûna welatîbûna Almanyayê de bê kirin de dê modela ku welatiyên Tirkiyê yê navbera 18-23’an de bû divê ya welatîbûna Tirkiyê yan jî ya Almanyayê qebûl bikira jî hat rakirin. Hikûmeta nû ji bo Tirkiyeyên kul i Almanyayê hatine dinê riya welatîbûnê vekir.
Di metna koalîsyon aku ji 185 rupelî pêk tê de balkişandin ser pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Ewropayê. Di metnê de cih dan mijarên ku dê 4 salan bê îcrakirin de. Di metnê de hat gotin ku di dawiya pêvajoyê de endamtiya pêvajoyê nake bin garantiyê. Di metnê de der barê Tirkiyê de ev îfade hatin bikaranîn;
“Tirkiye ji bo Ewropayê di warê aborî û stratejîk de pir girînge. Almanya dixwaza têkiliyên navbera Tirkiye û YE’ê kurtir bibe. Der barê pirsgirêkên polîtîkayên ewlehiyê û derve de dÊ hevkariya stratejîk ya nêz bikin. Di encama muzakereya ku di 2005’an de destpê kir de divê pêvajoya muzakreyê bi awayekî otomotîk bi endamtiyê encam bibe.
Lê ger YE ji bo endamtiya Tirkiyê ne amade be, divê berpiryaryarî û mafên girêdayê endamtiyê de bide rawestandin û hevkariya di navbera Almanya-Tirkiye-YE’yê bê pêşvebirin.
Ji bo endamtiya Tirkiyeyê ji bo pêngavên nû bê avêtin şert hat danîn û di metnê de banga ‘reformên di mijara azadiya demokrasî, hiqûq, ol û fikr bike jiyanê’ hat kirin.
CSU: BILA PÊVAJOYA ENDAMTIYA TIRKIYÊ BÊ BIRÎN
Di metnê de ji bo endamtiya Tirkiyê ya YE’yê qerta sor bê nîşansan partiya CSU ya birayê partiya CDU ye hewldanek mezin da. Cigirê serokê CSU’ê Chrîstîan Schmîdt got Tirkiye di warê teorîkê de ji endamtiya YE’yê gelek dur e û got bila şertên cuda ferz neke.
JI 2010’AN HETA NIHA MUZAKERE HATIYE VEKIRIN
Di meha sibatê de rêveberiya Parîsê, rojeva herî girîng ya muzakereyan a Bruksel-Enqereyê blokaja li pêş rakiribû. Di heman rojan de Merkel çû Enqereyê û xwest di nava vê salê de sernavek din jî bê kirin û gotibû dê pêvajoya endamtiya Tirkiyê lezgîntir bikin.
Di mijdara 2013’an de jî fasla ‘Polîtîkaya herêmî û Koordînasyona Wesayîtên Çêker’ di navbera YE û Tirkiyê de destpê kir. Ev fasil fonên ku ji butçeya YE’ê bo endamên YE’yê tê şandin pêk tê. Tê payîn ku bi van fonan cudahiya di navbera herêm Tirkiyeyê de kêm bikin.bi vê faslê bi giştî bû 14 fasil ku Tirkiye di muzkareyan. Ji 2010’an heta niha tu fasil ji muzakereyê re nehat vekirin.