Hikûmeta nû ya Merkel bi fermî hate ser kar

Elmanya piştî hilbijartina 24’ê Îlona 2017’an bi 171 rojî bû xwedî hikûmeta nû. Angela Merkel li Meclîsa federal di dengdanê de piraniya dengan stand û cara çaran bû serokwezîr.

Krîza siyasî ya herî domdirêj a dema nêz a Elmanya bi fermî bi dawî bû. Hevdîtinên koalîsyonê ku ev demeke dirêj bû dom dikir Sibatê bi dawî bûbû. Partiyên Yekîtiya Xiristiyan (CDU/CSU) û Partiya Demokrat a Sostal (SPD) Duşema bihurî ji bo koalîsyonê li hev kiribûn.

Ji bo dengdana koalisyon û kabîneya nû îro li Meclîsa Federal parlemanteran deng da. Di dengdanê de lîdera mihefezakar Merkel ev bû cara çaran ku bû serokwezîr, kabîneya wê ya nû jî bi fermî hate hilbijartin.

KABÎNEYA NÛ CARA PÊŞÎ WÊ BICIVE

Piştî dengdana li Meclîsê Merkel wê biçe qesra Bellevue û ji Serokkomar Frank Walter Steînmeîer belgeya ku were ser kar bistîne. Merkel piştre bi wezîran li meclîsê wê sondê bixwe. Tê payin ku kabîneya nû îro saet 17.00’an civîna xwe ya pêşî bike.