Hikumeta Elmanyayê ji bo gerîlaya HPG’ê Handelmann daxuyanî da

Hikumeta Federal a Elmanyayê ji bo gerîlaya HPG’ê Sarah Handelmann daxuyanî da ya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa hewayî de şehîd bûbû. Hikumeta Federal diyar kir ku haya wan ji êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê tune.

Gerîlaya HPG’ê û şervana enternasyonalîst Sarah Handelmann a bi nasnav Sara Dorşîn, di 7’ê Nîsana 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa artêşa Tirk de şehîd bûbû. Parlementera Partiya Çep, Ûlla Jelpke ji hikumeta federal a Elmanyayê re pirsî, bê ka haya wan ji mirina Handelmann heye yan na.

Jelpke êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a bi ser Başûrê Kurdistanê jî pirsî. Li ser navê hikumetê sekretera dewletê Ante Leendertse bersiv da. Bersiv di 2’ê Tîrmeha 2019’an de hate dayîn û hikumetê diyar kir ku haya wan ji mirina Handelmann heye.

Hikumetê diyar kir ku ‘ji ber zagonên parastina agahiyên şexsî’ wê zêdetir agahiyan nedin. Hikumetê diyar kir ku haya wan ji êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê jî tune.

JELPKE: DAGIRKERÎ BI ÇEKÊN ELMANYAYÊ TÊ KIRIN

Parlementera Partiya Çep Jelpke nerazîbûn nîşanî daxuyaniya hikumetê da û got ku “Hikumet naxwaze agahiyên derbarê şehîdbûna Handelmann diyar bike. Ditirsin ku bi vê agahîdayînê wê têkiliyên wan ê bi Tirkiyeyê re xerab bibe.”

Jelpke diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li herêmê 4 kesên sivîl jî hatine qetilkirin û ev êrîş bi çekên Elmanyayê tê kirin. Jelpke bal kişand ser vî tiştî ku ev êrîş tê wateya binpêkirina axa Iraqê û xwest bila ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê were kirin.