Hikûmeta Elman li dijî YPG'ê destek da Tirkiyeyê!

Derket holê, hikûmeta Elman li dijî YPG'ê îstîxbarat daye Tirkiyeyê. Li gorî agahiyên ku bi pêşnûme pirsa Partiya Çep derketin holê; Elmanyayê agahiyên bi balafirên Tornado bi dest xist, bi Tirkiyeyê re parve kir.

Derket holê ku Elmanyayê li dijî Kurdan destek daye Enqereyê. Parlamenterên Elman nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.

Balafirên Tornado yên Elmanyayê, ji 8'ê Çileya 2016'an û vir ve di çarçoveya koalîsyona têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de dixebitin. Partiya Çep a Elman bi pêşnûme pirsekê xwest bê eşkere kirin, ku ev balafirên Tornado li kîjan herêman çiqasî firiyane, kîjan agahî berhev kirine û bi kê re ev agahî hatine parvekirin. Hikûmeta Elman bersiv da vê pêşniyar pirsa Partiya Çep.

Parlamenterê Partiya Çep Jan van Aken di vê pêşnûme pirsê de pirsa; "Balafir li ser Qamişlo, Kobanê, Ezaz û Efrînê hatine firandin, ji van deran dîmen hatine kişandin?" pirsî, lê bi gotina 'veşartî ye' bersiv ji vê pirsê re nehat dayîn. 

Hat ragihandin, agahiyên ji aliyê Tornadoyan ve hatine berhevkirin, ji navenda leşkerî ya Elman a li Încîrlîkê re hatine ragihandin piştre jî ji tora sîstema agahiyan a OIR re hatine şandin û hat gotin, welatên di nava vê sîstema daneyan a OIR de cih digirin û ji agahiyên balafirên keşfê yên Elman Tornadoyan sûdê werdigirin ev in: Awûstralya, Bahreyn, Belçîka, Danîmarka, Fransa, Îngilîstan, Îtalya, Urdun, Kanada, Qatar, Fas, Zelanda Nû, Hollanda, Erebîstana Siûdî, Swêd, Sîngapûr, Tirkiye, Emaretên Yekbûyî yên Ereb û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka.

WÊNEYÊN ÇEPERAN HATIN PARVEKIRIN?

Di pêşnûmeyê de hat pirsîn, ku di nava van agahiyên ji aliyê Tornadoyan ve hatine berhevkirin de wêneyên li ser cihê çeperên pêşmerge, YPG, QSD, PKK, HPG û komên nêzî rejîma Şamê hene yan na. Hikûmeta Elman jî da xuyakirin, ku ev hemû dane di destpêkê de ji aliyê pisporên leşkerî yên Elman ve tên kontrolkirin û piştre ji bo têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê ji banka daneyan re tên şandin.

Partiya Çep her wiha pirsa "Hûn dikarin garantiyê bidin, ku agahiyên ji aliyê Tornadoyan ve tên berhevkirin, li dijî hêzên Kurd an jî komên nêzî rejîmê nayên bikaranîn?" pirsî. Lê ji bo vê pirsê bersiveke têrker nehat dayîn û hat gotin, "Bi tenê ji bo bikaranîna têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê ye."