Hikûmet dixwaze vegere serî
Hikûmet dixwaze vegere serî
Hikûmet dixwaze vegere serî
Wekîlê serokwezîr Bulent Arinç piştî hevdîtina bi serokomar Abdullah Gul re îro daxuniyek çapemeniyê pêk anî û di roja 7’emîn de hewl da protestoyan bê deng bike. Arinç got ew ji bo xwerexnedayînê amadene û bertekên li dijî hikûmetê jî wek birîna çend daran nîşanda.
Çalakiyên ji ber projeya hilweşînê ya Parqa Gezî dest pê kir li her derê belav bû. Îro jî serokomar Gul, Bulent Arinç li qesrê qebûl kir.
Piştre Arinç derket pêşberî rojnamegeran û der barê bûyeran de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Arinç vegeriya destpêka bûyeran û rewabûna protestoya hawirdorê qebûl kir. Arinç ji bo çareseriya pirsgirêk jî nêzîkatiya xwe diyar kir. Anlîzên hatin kirin jî nîşan dide ku polîtîkayên 10 salên dawî yên AKP’ê ev bûyer anîne vê astê.
Arinç der barê birîna daran, betalkirina projeyê de jî îfadeyek zelal bikarneanî û got ji ber tundiya polîsan a zêde bûyer hatine vê astê. Arinç got ji bo nîqaşa aliyê der barê birîna daran de jî amade ne û her wiha polîtîkayê otorîter yên hikûmetê jî ji nedîtîve hat.