Hêzên Iraqî û Başûrî nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk dan

Gelek partiyên siyasî yên Iraqê û Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dan. YNK'ê jî xwest dawî li hebûna leşkerî ya dewleta Tirk bê anîn.

YNK, Tifaqa Nesir, Hizba Deweya Îslamî, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Partiya Komunîst a Iraqê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk dan.

KOMA YNK'Ê: DIVÊ DAWÎ LI HEBÛNA LEŞKERÎ YA DEWLETA TIRK BÊ ANÎN

Koma Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li parlamenta Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûr û her wiha topbarana rejîma Îslamî ya Îranê şermezar kir.

Koma YNK’ê di daxuyaniyê de bi taybetî êrîşên li dijî kampên koçber û penaberên Şengal û Mexmûrê yên girêdayî parêzgeha Nînowayê şermezar kir û di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, "Beriya niha du rojan dewleta Tirkiye êrîş li dijî kampên penaberan ên Şengalê û Mexmûrê ku girêdayî parêzgeha Nînowa bûn pêk anî. Her wiha artêşa Tirk bi awayeke hovane êrîşê gund û herêmên sivîl ên Heftanînê û hinek deverên din ên girêdayî parêzgeha Dihokê kir û wêran kir. Tirkiye hewl dide bi vî awayî tirs û xofê di nava civakê de çêbike, ji bo welatî gundên xwe terk bikin. Dixwazin herêmê bê mirov bikin, ji bo zêdetir daxilê axa Iraqê bibe. Bi taybetî dixwaze herêma Biradost a girêdayî Hewlêrê bê mirov bike û li cihê wan hêzên xwe yên leşkerî li herêmê bicih bike û serweriya xwe li herêmê pêk bîne."

Di daxuyaniya Koma YNK'ê de topbaranên rejîma Îranê yên li dijî gundên girêdayî herêma Hacî Umranê hate şermezar kirin û ev tişt hate gotin, “Em ji van êrîşên dewleta Tirk û topbaranê Îranê matmayî mane ku vê yekê weke tecawizeke eşkere ya li dijî serweriya dewleta Iraqê dibînin."

Koma YNK’ê êrîşên Tirkiyeyê berovajiyê qanûnên navneteweyî dibîne û ev bang li hêzên navneteweyî û hikûmeta federal a Iraqê dike, "Em hem ev destdirêjiyên dijî serweriya Iraqê şermezar dikin û hem jî bang li Hikûmeta Iraqê dikin, hewlesteke cidî nîşan bide. Divê Iraq parastina serweriya xaka Iraqê bike û welatiyên ji ber êrîşên dewleta Tirk mexdûr dibin, biparêze. Divê pêşî li êrîş û destdirêjiyên ku welatiyên sivîl jê bandor dibin, bigire. Divê civaka navneteweyî bi awayeke lezgîn destwerdan li rewşê bike û dawî li hebûna leşkerên Tirkiye li Iraqê bîne û zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bike, da pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi rêyên demokratîk çareser bike û şerê xwe derxe derveyî axa Iraqê."

TIFAQA NESIR: EM BINPÊKIRINÊ ŞERMEZAR DIKIN

Tifaqa Nesir a Iraqî jî binpêkirina serweriya xaka Iraqê şermezar kir û ji dewleta Tirk xwest ku dawî li van kiryarên xwe bîne.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Em dubare binpêkirinên serweriya xaka Iraqê şermezar dikin. Dewlet berpirsê parastina tevahiya pîroziyên Iraqê, xak û xelkê wê ye."

Hevpeymaniya Nesir daxwaz ji hikûmetê kir ku desthilata xwe ji bo parastina serwerî û rûmeta Iraqê bikar bîne û biparêze. Hevpeymaniya Nesir destnîşan kir ku binpêkirinên dewleta Tirk aloziya li herêmê zêdetir dike û daxwaz kir ku serweriya Iraqê were parastin.

Di heman demê de Hizba Deweya Îslamî bi daxuyaniyekê ji Tirkiyeyê xwest ku hêzên xwe li ser xaka Iraqê vekişîne û di heman demê de daxwawz ji hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê kir ku ji bo parastina serweriya Iraqê erkên xwe yên neteweyî pêk bînin.

HIZBA DEWEYA ÎSLAMÎ: DIVÊ DEWLETA TIRK HÊZÊN XWE VEKIŞÎNE

Hizba Deweya Îslamî xwest ku hêzên Tirkiyeyê li ser xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê vekişin û rêz li serweriya Iraqê bigirin.

Hizba Deweya Îslamî ji Tirkiyeyê xwest ku tevahiya hêzên xwe ji Iraqê bikişîne û ji bo parastina jiyana welatiyan jî gêdayî peywendiyên biratî û dostaniya baş be. Hêvî kir ku hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê erkên xwe pêk bînin û nakokiyên di navbera xwe de ji bo parastina berjewendiyên hevbeş çareser bikin.

PADÊ Û PARTIYA KOMUNÎST A IRAQÊ HEVDÎTIN KIRIN

Şandeyek Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) li paytexta Iraqê Bexdayê serdana Partiya Komunîst (Şûî) a Iraqê kir.

Şandeya PADÊ ya bi serokatiya Alîkarê Serokê Giştî yê PADÊ Şêx Azad, ji aliyê Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Iraqê Elî Mehdî û endamên partiyê ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de Şêx Azad têkildarî bombebaranên artêşa Tirk a li ser Şengalê agahî da.

Her wiha bal kişand ser bandora êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser vegera Êzidiyan ji bo Şengalê.

Elî Mehdî jî diyar kir êrîşên dewleta Tirk serweriya axa Iraqê binpê dike û ew bi her awayî red dikin.

Elî Mehdî daxwazê ji Hikûmeta Iraqê, Parlemeto û hikûmeta herêmê xwest ku li ber êrîşên Tirkiye rabin.