Hêzên ewlekariya Kerkûkê tevahiya bazarên bajêr girtin

Kolan û bazarên bajarê Kerkûkê ji aliyê hêzên ewlekariya bajêr ve hate girtin.

Piştî belavbûna vîrusa koronayê ya li Kerkûk û tevahiya Iraqê bi awayekî diyar zêde bûye. Yekşema borî Odeya Krîzê li Iraq û bajarê Kerkûkê biryara qedexeya hatin û çûnê ragihand lê welatî li Kerkûkê girêdayî tedbîran nedibûn. Ji ber vê yekê jî hêzên ewlekariyê û leşkerên bajêrê kerkûkê, piraniya kolan û bazarên Kerkûkê bi barîkat û xalên kontrolê girtin, rê nadin ti hatin û çûnekî bê kirin ku hêzên ewlekariyê jî li nava bajêr belavbûne û rê nadin ku ti dikanekî jî bêne vekirin.

Her wiha cihê bal kişandinê ye ku li bajêr rê nayê dayin ku rojnamevan jî bi awayekî azad karê xwe bikin. Di demê qedexeya hatin û çûnê de tenê hêzên ewlekariyê û endamên beşa tendirûstiyê dikarin hatin û çûnê bikin.

Îro rê nedan çend dezgayên ragihandinê yên li bajêr belavbûna hêzên ewlekariyê û leşkeran ya li nav bajêr û girtina dikanan bikin, bipopînin.