'Hêzên berpirsyariya xwe di komployê de hene, divê rast nêzî pirsgirêka Kurd bibin'

Karayilan: Gelek welatên Ewropayê di vê komployê de cih girtin. Divê êdî bi durustî nêzî pirsgirêka Kurd bibin û guh bidin bangên me yên ji bo çareseriyê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bi wesîleya 18. salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bû mêvanê bernameyeke Stêrk TV û bersiv da pirsên Mem Şîrvan ên li ser komployê û rojevê.

'KOMPLO HAT PÛÇKIRIN, LÊ BI TEMAMÎ JI HOLÊ RANEBÛ'

Karayilan da xuyakirin, komploya navdewletê di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û hebûna gelê Kurd hatiye kirin û got, "Ez di destpêkê de komploya namerdî ya 15'ê Sibatê ya navdewletî, ku beriya niha bi 18 salan hat kirin, şermezar dikim. Û di şexsê lehengên ku çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' lidar xistin de, hemû şehîdên me yên li dijî komployê bedena xwe kirin sîper, bi rêzdarî bibîr tînim. Bejna xwe li ber bîranîna wan bi rêzdarî ditewînim. Soza ku me daye wan, dubare dikim."

Karayilan bal kişand ser têkoşîn û berxwedana 18 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û hêzên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û got, "Weke ku tê zanîn bi saya van berxwedanan, komplo bi ser neket. Lê belê komplo hê bi temamî ji holê ranebûye."

'BI RÊYA ÎŞKENCEYA LI ÎMRALIYÊ HEWL DIDIN RÊBER APO JI HELWESTA WÎ VEGERÎNIN'

Mûrat Karayilan anî ziman, rejîma AKP'ê hê jî dixwaze komployê ji nû ve bi rêxistin û zindî bike û got, "Bi helwesta xwe ya heyî re dixwaze komployê dijwartir bike û bi vî rengî qirkirina Kurdan mezintir bike. Vê yekê jî bi rêbazên faşîzan dikin. Bi rêbaza zilm û şîdetê dikin. Van rêbazan li Îmraliyê dimeşînin. Şerê psîkolojîk û rê û rêbazên vê yekê yên 18 sal in li Îmraliyê dimeşînin, mezintirîn îşkence ye. Mirov matmayî dimînin, bê Rêber Apo 18 salan çawa li ber van êrîşan rabû û hemû pûç kir. Ji ber ku bi tecrîd, îzolasyon û şerê îşkenceyê yê li Îmraliyê re hewl didin Rêber Apo ji vê helwesta wî vegerînin. Lê belê Rêber Apo bi şerekî mezin ê îradeyê û helwesteke bê eman li ber vê rabû.

Ji bilî vê yekê, siyaseta qirkirnê ya li Kurdistanê tê meşandin, bi vê polîtîkayê re li Îmraliyê temam dikin. Çi ye ev siyaset? Ev, siyaseta qirkirinê ye."

'DEM HATIYE KOMPLO BI TEMAMÎ JI HOLÊ WERE RAKIRIN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da zanîn, berxwedana rewa û mafdar a gelê Kurd niha mezintir bûye û destnîşan kir, ku di nava 18 salên di ser komployê re derbas bûn, tevgera azadiyê ya Kurd jî gelekî mezintir bûye.

Karayilan anî ziman, komplo bi ser neketiye, lê belê hê bi temamî jî ji holê ranebûye û got, "Dem hatiye, ku komplo bi temamî ji holê were rakirin. Eger Rêber Apo azad bibe, em ê hingî karibin bêjim komplo bi temamî hatiye pûçkirin û qediya ye. Armanca vê serdemê ev e. Têkoşîna me li ser bingeha vê armancê gihîştiye astekê û dewam dike. Di vê çarçoveyê de em dixwazin sala 19'an a komployê bikin sala têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê."

'DI 15'Ê SIBATÊ DE EM JIYANÊ BISEKINÎNIN'

Karayilan işaret bi meş û mîtîngên girseyî yên li dijî komploya 15'ê Sibatê kir û got, "Li Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê, li gelek deverên cîhanê, bi taybetî li Ewropayê çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê mezintir dibe."

Karayilan bal kişand ser girîngiya xurtkirina vê têkoşînê û wiha dewam kir: "Di 15'ê Sibatê de lazim e kes ji gelê Kurd neçe kar, rojî bê girtin û li dijî vê neheqiyê jiyan bê sekinandin. Bi taybetî, divê gelê me yê li Bakurê Kurdistanê vê yekê ji bo xwe weke pêngavekê bibîne. Ev gelekî girîng e. Ev di heman demê de ji bo Rojhilat jî derbas dibe. Bêguman ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî derbasdar e. Lazim e îsal hê bi xurtî li ber komployê rabin. Û azadiya Rêber Apo hîn bêhtir di rojevê de bê hiştin.

Îsal, bi taybetî gelê me yê li Ewropayê helwesteke xurt li dijî komploya navdewletî nîşan dide. Mîtînga li Strasboûrgê li gorî yên bihurî hê xurt û girseyî bû. Dostên Kurdan jî îsal bi xurtî cihê xwe di nav de girtin. Bi vê wesîleyê ez her kesên tevlî mîtîngê bûne silav dikim."

'MEŞA ENTERNASYONALÎSTAN DENGEKÎ NÛ YE'

Karayilan Meşa Dirêj a ji Luksembûrgê heta Strasboûrgê bibîr xist, ku bi beşdariya 70 enternasyonalîstên ji 16 welatan hate lidarxistin û got, "Di nava 10 rojan de rêya ji 265 kîlometreyî meşiyan û hewl dan balê bikişînin ser komployê. Wekî din meşa ciwanan heye. Ciwanên Kurd ji Mannheîmê heta Strasboûrgê meşiyan. Ev jî gelekî watedar e. Lê belê meşa enternasyonalîstan dengekî nû ye. Ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê, dengekî nû û girîng e. Lazim e raya giştî vî dengî biihîze."

'PÊWÎSTE EWROPA, DYA, RÛSYA RAST NÊZÎ PIRSGIRÊKA KURD BIBIN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bibîr xist, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya bi aştiyane û diyalogê ya pirsgirêka Kurd wî berê xwe da Ewropayê û wiha dewam kir: "Eger Rêber Apo şer bixwasta wê berê xwe bida çiyê. Wê berê xwe bida Iraqê, hingî li Iraqê Saddam hebû. Eger bixwasta wê biçûya Lîbyayê. Lê neçû. Çû ku derê? Çû Yewnanîstanê, Îtalyayê. Çima çû? Ji bo pirsgirêka Kurd bi mûxabatê xwe re çareser bike çû. Ji mûxabat hingî ew bûn. Hin hewldanên Serokwezîrê wê demê yê Îtalyayê D'Alema çêbûn. Bi Elmanyayê re hevdîtin kir û got, 'Em konferansa Kurd lidar bixin'. Hingî li Elmanyayê rêveberiya Schroder serdest bû. Derî girtin. D'Alema dît ku ne karê wî ye, vekişiya. Lê belê îro rojev e. Eger Ewropa, Rûsya, Amerîka bi rastî jî dixwazin li herêmê xwedî gotin bin, lazim e rast nêzî pirsgirêka Kurd bibin. Ji bilî vê yekê, kes wê ji wan bawer neke.

Pirsgirêka Kurd ancax bi perspektîf û azadiya Rêber Apo çareser bibe. Rêyeke din a çareseriyê nîne. Rêber Apo hêza aştiyê ye."

'GIRÎNG E HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DIJMINATIYA DEWLETA TIRK A LI KURDAN BISEKINÎNE'

Karayilan destnîşan kir, ku çareserî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statuya Kurdistanê ye û got, "Binêrin Rûsyayê li Astanayê civînek lidar xist. Tirkiye û Îran tevlî wê civînê bûn, lê bang li Kurdan nekirin. Şoreşa Rojava lê ne amade bû. Tirkiyeyê got, 'bila Kurd tevlî nebin'. Rûsya jî li dij derneket. Ji xwe Tirkiye her tiştên pêwendiya xwe bi Kurdan re heye terorîze dike. Gelo YPG, PYD yan jî Salih Muslim ji bilî dijberiya li DAIŞ'ê, çalakî li dijî kê kirine, ku weke terorê bên binavkirin? Lê dibêjin 'teror' e. Diviyabû Rûsya ev yekê ji Tirkiyeyê re bigota; temam tu Kurdê xwe înkar dike, lê çi karê te bi Kurdên li Sûriyeyê re heye. Tu çima ji Tirkiyeyê radibe tê heta Babê. Yanî divê êdî dewletên bi vî rengî dijminatî, şovenîzm û nîjadperestiya Tirkiyeyê ya li Kurdan bisekinînin."

'PÊWÎSTE DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ GUH BIDIN BANGÊN ME YÊN JI BO ÇARESERIYÊ'

Karayilan bang li van hêzên navneteweyî bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA); rêveberiya nû ya DYA kir û got, "Em banga xwe ya li Rûsya û hemû welatên Ewropayê dubare dikin. Pêwîste bi durustî nêzî pirsgirêka Kurd bibin û ji bo çareseriyê guh bidin bangên me. Bersivê bidin bangên Rêber Apo. Rêber Apo dema li Romayê bû bi xwe bang li DYA û Rûsyayê kir. Got, 'Ez ji bo çareseriyê hatime vê derê, em ji bo çareseriyê amade ne. Ez terorîst nînim. Terorîstê herî mezin dewleta Tirkiyeyê ye. Ez siyasetmedarek im'. Lê belê hingî guh nedan dengê Rêber Apo. Niha em vê bangê dubare dikin.

Girêka pirsgirêka Rojhilata Navîn, pirsgirêka Kurd e. Ev zelal û eşkere ye. Ev dewlet niha me baştir nas dikin. Berê xwe ji me vedigirtin. Ev çend sal in Amerîka li vir e, em jî li vir in. Rûsya jî li vir e, em jî li vir in. Ewropa jî li vir e, em jî li vir in. Niha em baştir hev nas dikin. Rast e, em xwedî îdeolojîk, paradîgmayekê ne. Lê belê em dixwazin li herêmê sîstema çareseriyeke bi rê û rêbazên demokratîk bafirînin. Ev eşkere ye. Lewma divê ev dewletên navneteweyî ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Kurdan bi berpirsyariya xwe rabin. Bang û bendewariya me ev e."

'DI SALA 19. A KOMPLOYÊ DE EM Ê BI SER BIKEVIN'

Di dawiya axaftina xwe de Karayilan got, "Divê her kes li cihê lê ye mîna kadroyekî bixebite, xwe bi rêxistn bike û helwesta pêwîst nîşan bide. Bi tecrûbeyên ji navendên berxwedanê yên mîna Cizîrê wergirtî, divê em bi serketinê xwedî li bîranîna şehîdên xwe yên leheng derkevin. Em komploya navdewletî ji holê rakin, Rêberê xwe azad bikin, Kurdistana azad ava bikin. Eger em vê bikin, di sala 19'an a komploya navneteweyî de ewm ê bi ser bikevin."