Hêzên artêşa Iraqê taxa Întisar rizgar kirin

Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de hêzên artêşa Iraqê taxa Întisar rizgar kirin.

Piştî şerekî giran ê 2 rojan, ku di navbera hêzên artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ'ê de qewimî, taxa Întisari ji aliyê leşkerên Iraqê ve hat rizgarkirin. Li gorî çavkaniyan herêmî, çeteyên DAIŞ xwestine gelek sivîlan li taxa Întisariyê weke mertalên zindî  bikar bînin û hinek welatî jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine kuştin.
 
Di nava taxê de lêpirsîn li gel gelek kesên bi guman tê kirin.
 
Niha li çend taxên Mûsilê di navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran diqewime.