Hêzên Şengalê jî tevlî operasyona Iraqê ya li dijî DAÎŞ'ê bûn
Operasyona artêşa Iraqê ya ji bo paqijkirina herêmê ji DAÎŞ'ê bi tevlîbûna hêzên herêmî yên Şengalê didome.
Operasyona artêşa Iraqê ya ji bo paqijkirina herêmê ji DAÎŞ'ê bi tevlîbûna hêzên herêmî yên Şengalê didome.
Fermandariya hêzên hevbeş ên Iraqî di sînorê Iraq û Sûrî de operasyon da destpêkirin. Operasyona hevbeş a bi navê 'Operasyona îradeya Nasir' a ku ji herêma Selehadin, Musil û Anbarê û heta sînorê Sûriyeyê ji bo paqijkirina herêmê ji DAÎŞ'ê hate destpêkirin.
Di operasyonê de li kêleka hêzên Iraqî her wiha hêzên bi navê Nusrel Mubin Ewel û Nusrel Mubîn Tinên jî tevlî vê operasyonê bûn.
Hêzên Nusrel Mubîn Ewel û Nusrel Mubîn Tinên ji destpêka fermanê heya niha li dijî DAÎŞ'ê di berxwedanê de li gel YBŞ û YJŞ'ê di çeperan de cihê xwe digirt. Di vê têkoşîna pênc salan de gelek şehîd dan û bi îradeyek mezin heya niha erkê xwe yê parastinê pêk anî. Nusrel Mubîn Ewel û Nusrel Mubin Tinên ji hêzên heremî yên Şengal xwe rêxistin kirine. Li gel artêşa Iraq, Haşd-î Şabî, Haşd Aşaîrî, Hêzên Hewayî yên Iraqî û bi desteka hawayî ya hêzên koalîsyonê tevlî vê operasyona Selahadin, Musul, Anbar û sînorê Sûriyeyê bûn.