Heyva Sor: Pêwîstiya 11500 malbatan bi alîkariyê heye

Heyva Sor: Pêwîstiya 11500 malbatan bi alîkariyê heye

Heyva Sor a Kurd a herêma Efrînê di nava 11 mehan de 4 hezar û 290 nexweşên xizan û koçberên ku hatine herêmê îlac kirine û derman li wan belav kirine. Rêveberê Heyva Sor diyar kir ku 11 hezar û 500 malbatên xizan û koçber ku pêdiviya wan a lezgîn bi alîkariyê heye qeyd kirine û banga alîkariyê li sazî û dezgehên mirovî û Neteweyên Yekbûyî kir.

Şaxê Heyva Sor a Kurd di Mijdara sala 2012'an de ji aliyê hin xebatkaran tenduristiyê ve hate damezirandin. Têkildarî xebatên Heyva Sor a Efrînê Endamê rêveber ê Heyva Sor a Kurd Dr. Nûrî Şêx Qenber agahî dan ANHA'yê. Şêx Qenber destnîşan kir ku wan li gorî derfetên xwe yên heyî alîkariya gelê herêmê û bi taybet koçberan kirine û wiha got. “Niha hejmara niştecihên herêma Efrînê bûye milyonek û nêvê van koçber in, vê yekê herêm kiriye bin zoreke mezin, Ji hemû deverên Sûriyê koçber hatine Efrînê.”

'DERFET KÊM IN LÊ ME GELEK XEBAT MEŞANDIN'

Der barê kar û xebatên di sala 2014'an de Heyva Sor meşandine Şêx Qenber agahî dan û wiha axivî: “Tevî kêmderfetan me gelek alîkarî li koçberan û welatiyên xizan belavkirin. Me di sala 2014'an de 4 hezar 290 nexweş muayene kiriye û derman li tevan belavkiriye. Noqteyên me yên tenduristî li kampa koçberan a Mazlûm Doxan, kampa Rûbar a Koçberan û li navendên Heyva Sor hene em her dem jî alîkariya welatiyan dikin û dermanan li kesên pêwîstiya wan heye belav dikin. ''

Qenber diyar kir gelek nexweşên ku bi awayekî sîstematîk pêwîstiya wan bi dermanan heye û  wiha pê de çû: ''Niha 350 nexweşên şekir ku her dem pêwîstiya wan bi çensolînê û heban heye, her wiha 18 nexweşên telasîm ku her dem pêwîstiya wan bi guhertina xwînê heye li gel me hene, me 84 caran xwîna wan nexweşan guhertiye. Gelek nexwşiyên gurçikan hene û hin nexweşên din ên bi awayekî sîstematîk dermanan digrin hene. Em bi awayekî sîstematîk derman li wan belav dikin.''

Qenber da zanîn ku piraniya nexweşên wan ji welatiyên koçber û kesên xizan ên ku nikarin dermanan bikirin û tekez kir ku navê 11 hezar û 500 malbatên xizan û koçber ên ku rewşa wan di binya asta jiyanî de ye  li gel me qeydkirîne û pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî yên lezgîn heye û tekez kir ku ew li gorî derfetên xwe alîkariya wan dikin.

Qenber got ku wan di nava 11 mehên buhrî de 3 hezar û 300 qutî şîrên zarokan li zarokên ku pêwîstiya wan heye belav kiriye, her wiha 2 hezar 675 tûrikên madeyên xwarinê û gelek cilên ji saziyê mirovî gihiştine wan li welatiyên koçber û xizanan belavkirine. Qenber destnîşan kir ku wan  niha 5 navendên wan ên tenduristiyên ku li seranserî Kantonê xebatê dikin hatine vekirin, her wiha 2 ambulansên ku Heyva Sor a Kurdistanê wegirtin teslîmî Desteya Tenduristiyê ya herêmê kirin.

'NY'Ê SAZIYÊN RÊJÎMÊ ESAS DIGIRIN'

Li ser asta têkiliyên wan bi saziyên mirovî yên derve Neteweyên Yekbûyî (NY) Qenber  da zanîn ku herî zêde têkiliyên wan bi Heyva Sor a Kurdistanê, Kurdistaniyên li derveyî welat û gelek sazî û dezgehên mirovî yên sivîl li Ewropa çêbûye û wiha axivî: ''Me bi armanca alîkariya koçber û xizanan bikin me serî li NY'yê jî di nav de me serî li gelek saziyên mirovî da. Berî vê bi çend mehan me serî li Buroya Xaça Sor a Neteweyên Yekbûyî ya li Şamê û Helebê da. Me ji wan xwest ku alîkariya nexweş û xizanên ku li gel me hatine qeydikrin bikin. Mixabin bersiva wan ji mere ew bû ku têkiliya wan li Sûriyê bi saziyên rêjîmê re hene û wan esas digirin. Ji ber vê yekê alîkariya me nekirin.''

Qenber bal kişand ser hin têkiliyên wan ên li hinder û got ku bi armanca ku em pêwîstiyên welatiyan pêk bînin me têkilî bi hin saziyên hundir de jî danîne û dermanên ku pyeda nabin em ji wan saziyan digirin û belav dikin.

JI HEYVA SOR BANGA ALÎKARIYÊ

Qenber destnîşan kir ku hejmareke mezin malbat li gel wan hatine qeydkirin û banga alîkariyê li sazî û dezgehên mirovî û NY'ê kir û wiha axivî: ''Pêwîstiya me bi alîkariyên wekî madeyên xwarinê, şîr ji bo zarokan û kesên astengdar, her wiha gelek nexweşên ku pêwîstiya wan bi dermanê sil, nexweşiya şekir, nexweşên gulçikan û nexweşiyên sera hene. Bi awayekî lezgîn derman û alavên tenduristî  di serî de her wiha gelek madeyên xwarinê heye. Gelek cureyên  dermanan di sûkê de peyda nabin û pir têne bikaranîn ew jî pir gerekin.''

'XEBATKARÊN ME BI DILDARÎ DIXEBITIN'

Li ser hejmara navendên wan Qenber got ku navendên wan li hemû navçeyên Efrînê, 3 gundan û li kampên koçberan jî hene û got ku di hemû navendan de 60 xebatkar bi awayekî dildarî dixebitin û alîkariya pêkhateyên herêmê dikin.