Heyeta TÎP’ê serdana Guven kir

Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê ev 120 roj in digrevê de ye kir.

Serokê Giştî yê Partiya Karker a Tirkiye (TÎP) û Parlementerê HDP’ê yê Hatayê Bariş Atalay serdana Leyla Guven kirin.

Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 120 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.

Heyeta li ser navê TÎP’ê çû serdanê Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydeniz jî li gel wan bû.

Ji ber rewşa giran a tenduristiyê ya Leyla Guven, keça wê Sabîha Temîzkan û wekîla HDP’ê Salîha Aydeniz agahî hatin girtin. Heyet piştî serdanê ji malê veqetiyan.

Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş ê piştî ji serdanê vegeriya li ber derê mala Guven daxuyaniyek da û diyar kir ku silavên karkeran ên çar aliyên Tirkiyeyê ji bo Guven birine.

Baş got: “Leyla Guven ji bo bidawîkirina yek ji pirsgirêka herî mezin tecrîd, dîsa aştî li vî welatî pêk were dest bi grevê kiriye. Ev ne tenê daxwaza Leyla belku ev daxwaz li her derê Tirkiye, daxwazên hevpar ên hemû mirovên atşiyê dixwaze ye. Li hemberî van çalakiyan erkekî mezin dikeve ser milê me. Ji bo em vê di serî de ji bo Leyla, malbat û hemû hevrêyên xwe yên HDP’yî bînin ziman li Amedê ne.”

Baş diyar kir ku ji bo daxwazên çalakvanên grevê pêk werin wê têkoşînê bikin û got: “Ji bo belavbûna daxwazên grevên biçîbûnê, tiştên pêwîst ên bên kirin ku li gorî hiqûq û rewabûnê, ji bo hevrêyên xwe di rojên azad û aştiyê de bijî, tişta bê xwestin em ê bikin.”