Heyeta MSD'ê bi Lavrov re hevdîtin kir

Heyeta MSD'ê li paytexta Rûsya Moskowayê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re rûnişt.

Heyeta Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li paytexta Rûsya Moskowayê piştî ku bi Partiya Vîna Gel a Sûriyeyê re peyvmana danûstandinên siyasî îmze kir, bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re rûnişt.

Heyeta ku ji Seroka Komîteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed, Alîkarê Hevserokên MSD'ê Hîkmet Hebîb, Serokê Partiya Yekîtiya Suryanî Senherîb Barsûm û Nûnerê MSD'ê yê Misrê Sîhanok Dîbo pêk tê, piştî ku bi Serokê Partiya Vîna Gel Kadrî Cemîl re civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist, derbasî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bû.

Heyetê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin kir. Li gorî agahiyan di hevdîtinê de çareseriya krîza Sûriyeyê, hevdîtinên Komîteya Destûra Bingehîn a li Cenevreyê û alîkariya mirovî hatin nirxandin.