Heyeta Kurdan li Korsîkayê çûn serdanan

Heyeta Kurdan, Parlamentoya Korsîka ziyaret kir. Êrîşên li Bakurê Kurdistanê û tecrîda li ser Ocalan di rojevê de bû.

Heyeta ji nûnerên CDK-F û Tevgera Jina Kurd a Navneteweyî pêk dihat, rojên 6-8’ê Îlonê li Korsîka çûn hin serdanan.

Heyet ji hêla Serokê Parlamentoya Korsîka Jean Gûy Talamonî ve bi endamên heyetên Katalan, Toûareg, Bask û heyetên din ên navneteweyî bi awayekî fermî hatin pêşwazîkirin.

Talamonî axivî, bal kişand ser Parlamentoya Korsîka û têkoşîna serxwebûnê, got li cem gelê ku hê li cîhanê têdikoşin cihê xwe digirin.

Piştre jî heyetên hatin dawetkirin axivîn. Heyetên ji Bask, Katalan, Toûareg, Sard û Kurdan pêk dihatin jî ezmûnên xwe yên têkoşîna rizgariya neteweyî ragihandin. Ji heyeta Kurdan nûnerê CDK-F Yekbûn Eksen, piştî danasîna saziya CDK-F kir, li ser pêvajoyên pêşî û dawî yên hewldana darbeyê rawestiya, bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdan. Eksen destnîşan kir ku di pêvajoya niha de Kurd bi polîtîkayên îmha û înkarê re hevrû ne.

Ji Nûnerên Tevgera Jina Kurd a Navneteweyî Nûrsel Kiliç jî bal kişand ser pêşketinên li Bakurê Kurdistanê, nêzîkatiyên hêzên navdewletî yên li beramberî dewleta TC nirxand. Heman demê de têkîliyên Fransa Tirkiye ragihand û qetlîama Parîsê ya ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez hatin şehîdkirin bi bîr xist. Hate îfadekirin ku Fîdan Dogan ku berê jî di heyeta Kurd de hatibû parlamentoya Korsîkayê, dengê Kurdan e û wê têkoşîna wê her tim bi şoreşa jinê ya her ku diçe pêş dikeve bê bîranîn.

FESTÎVALA ROJÊN CORTÎ

Piştre jî Festîvala Rojên Cortî ya Navneteweyî destpê kir. Di aktîvîteyê de ku nav çiyayan hate lidarxistin, gelek rêxistinên civaka sivîl, nûnertên partî û saziyan amade bûn. Li vir heyetên navdewletî panelek li dar xistin.

Heyeta Kurd, li ser rewşa tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya li Kurdistanê rawestiya. Di panelê de hate ragihandin ku konsepta îmha û înkara li ser gelê Kurd zêde bûye.

Heyetê bi lêv kir ku modela Rojava ya nirxên demokratîk barkirî ji hêla hêzên Tirkiye û herêmê nayê hezmkirin, destnîşan kir ku her roj Kurd ew DAÎŞ’a ku gefê li cîhanê dixwe têk dibin. Heyetê got pêwîst e derhal Kurd bibin xwedî statu.

...